Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Îranê 2 kes bi tohmeta encamdana kiryarên "terorîstî" û pêwendiya bi rêxistina Mucahidînî Xelq re hatine îdamkirin.
Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku wan her du kesan plana êrişên çekdarî yên li nav Tehranê kiriye.
Li gorî rapora Saziya Dadweriyê ya Îranê ya ku îro hatiye belavkirin, navên wan her du kesan Ekber Danişverkar û Mihemed Teqewî Sengdehî ne.
Ew bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku "bi rêya Telegramê pêwendî bi berpirsên Mucahidînî Xelq re daniye."
Hatiye îdiakirin ku wan li navxweyê Îranê ji bo encamdana “operasyonên leşkerî û têkderane” tîmek ava kiriye.
"Ji bo veşartinê xanî kirîne"
Di raporê de hatiye gotin ku Mihemed Teqewî wekî serokê tîmê tevgeriyaye.
Hatiye îdiakirin ku wî bi wî pereyê ku ji aliyê rêxistinê ve hatiye dabînkirin "çend xanî ji bo veşartina endamên tîmê girtine."
Her wiha hatiye gotin ku wî ji bo armancgirtina navendên hestyar û fermî yên li Tehranê teqemenî kirîne.
Her li gorî tohmetên dadgehê, Ekber Danişverkar di dema alozîyên borî yên Îranê de, nexşeya rûbirûbûna bi hêzên ewlehiyê re dariştiye û beşdarî çend operasyonan bûye.
Bicihanîna cezayê îdamê
Medyaya Îranê amaje bi wê yekê kiriye ku li cihê wan her du kesan, keresteyên teqemeniyê hatine dîtin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku yekî ji tohmetbaran piştî eşkerebûna tîma wan xwestiye ber bi sînoran ve bireve lê ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi tohmetên "serhildana çekdarî, endamtiya komeke terorîstî, têkdana ewlehiya neteweyî û hewldana ji bo rûxandina Komara Îslamî" cezayê îdamê dabû wan her du kesan.
Piştî ku Dîwana Bilind a Îranê îtiraza parêzerên tohmetbaran red kir û biryar pesend kir, berê sibehê cezayê îdamê yê her duyan hat bicihanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse