Di navbera Îsraîl û Îranê de şerê enerjiyê, êriş û bersiv hene

9 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Îsraîl Êriş Enerjî Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Îsraîlê li Tehran û Kerecê êrişî çend stasyon û bircên sereke yên elektrîkê kir û li nêzîkî bajarê Tewrêzê (Tebrîz) jî komplekseke petrokîmyayê hate armanckirin.

Wezareta Enerjiyê ya Îranê dibêje ku di encama bombebaranan de elektrîka gelek herêmên Tehran û Kerecê qut bûye lê wan bi lez ew pirsgirêk çareser kiriye.

Di beramber de jî Supaya Pasdaran bersiv da êrişên Îsraîlê û êrişî dezgehên enerji û pîşesaziyê yên li Îsraîlê kir.

Bombebarankirina sektora enerji û pîşesaziyê ya Îranê

Şeva yekşemê dezgehên elektrîkê û dezgehên pîşesaziyê yên Îranê li parêzgehên Tehran û Elbûrzê (Kerec) hatin armanckirin.

Derdora saet 21:00ê li rojhilat, bakurrojhilat û rojavayê Tehranê gelek cih hatin bombebarankirin û di encama bombebaranan de elektrîka beşek ji taxên bakur û rojhilatê Tehranê qut bû.

Her wiha çend cihên bajarê Kerecê yê parêzgeha Elburzê jî hatin bombebarankirin.

Piştî bombebaranê elektrîka hejmarek taxan ku di nav de tax û navçeyên Ezîmiye, Melasedra, Mêhrvîla, Taleqanî, Dêhqan Vîla û Gewherdeşt hene qut bû.

Wezareta Enerjiyê ya Îranê ragihand ku êrişî dezgehên pîşesaziya elektrîkê yên li parêzgeha Tehranê hatiye kirin û ji ber wê elektrîka hinek navçeyan qut bûye.

Alîkarê Wezîrê Enerjiyê û Birêvebirê Şirketa Dabeşkirina Elektrîkê ya Îranê Mistefa Recebî Meşhedî ji medyaya fermî ya wî welatî re ragihand ku pirsgirêka qutbûna elektrîkê bi lez hatiye çareserkirin.

Li gorî agahiyên ku belav bûne, birceke elektrîkê li nêzîkî Kerecê û her wiha stasyoneke dabeşkirina elektrîkê li navçeya Duşan Tepeyê ya bakurê Tehranê hatine bombebarankirin.

Berdevkê Pîşesaziya Elektrîkê ya Îranê dibêje ku stasyoneke elektrîkê ya li rojhilatê Tehranê jî hatiye bombebarankirin.

Li nêzîkî bajarê Tewrizê jî şeva yekşemê êrişa asmanî li ser kompleksa petrokîmyayî ya wî bajarî hat kirin.

Birêvebirê Giştî yê Kontrolkirina Krîzan ê Parêzgeha Azerbeycana Rojhilat, armanckirina petrokîmyaya Tewrîzê piştrast kiriye û ragihandiye ku yek ji yekeyên wê petrokîmyayê hatiye bombebarankirin.

Wî red kiriye jî ku di encama êrişê de madeyên kîmyayî yên metirsîdar derketibin derve.

Ji xeynî stasyonên elektrîkê û dezgehên pîşesaziyê, derengiya şeva yekşemê li Tehranê pênc cih li navçeyên yek, çar, sêzdeh, pazdeh û bîst û yekê hatin bombebarankirin ku nav û agahiyên wan cihên ku hatine bombebarankirin li ber dest nînin.

Her wiha êrişên li ser Tehranê roja yekşemê jî domîn.

Ji derdora saet 7:30ê sibehê (bi dema Hewlêrê) heta piştî nîvroya yekşemê, li rojava, rojhilat, bakurrojhilat û rojavayê bajarê Tehranê çend cih hatin bombebarankirin.

Medyaya Îranê belav kir ku di bombebaranên beriya nîvroya yekşemê de avahiya televizyona El-Erebî ya Qeterê, firoşgehek li taxa Efseriyê, hejmarek avahî li taxên Şehrekî Rêya Hesinî, Têhranser, Zefer, Seadet Abad û Şiyan, yekeyeke bazirganiyê li cadeya (Benî Haşim), navendeke pêwendiyan li navçeya yekê, armancek li bilindahiyên Tûçalê, parkên Yas û Kewserê, avahiyeke nîştecihbûnê û navenda firotina fêkî û sebzeyan li navçeya 15an, şaxeke Banka Mellî û kargeheke çêkirina kartonan li başûrê Tehranê hatine armanckirin.

Bajarê Tehranê li gorî dabeşkirina şaredariya wî bajarî bi ser 22 navçeyan de hatiye dabeşkirin ku her navçeyek komek taxan li xwe digire û şaredariya wê ya taybet heye.

Navçeyên yek heta pêncan li bakur û hinek beşên rojavayê ne, navçeyên 10, 11 û 12yan li navenda bajar in, navçeyên 15 heta 20î li başûr û rojhilat in û navçeyên 21 û 22yan li rojavayê bajarê Tehranê ne.

Li bajarên din jî êriş hatin kirin

Ji xeynî Tehranê, roja yekşemê û berê sibêha duşemê çendîn cih li bajarên Şîraz, Reşt, Bûşehr, Yezd, Îsfehan, Kerec, Şahînşehr, Tewrêz, Qum û Şeftê hatin bombebarankirin.

Sibêha roja yekşemê li gundê (Usmawendan) ê ser bi bajarê Şeftê yê parêzgeha Gîlanê ya li bakurê Îranê çend cih hatin bombebarankirin.

Alîkarê Parêzgarê Gîlanê ragihand ku di êrişê de pênc xanî hatine armanckirin û di encamê de şeş kes hatine kuştin, lê nasnameya kuştiyan eşkere nekiriye.

Zanîngeha Pîşesaziyê ya Îsfehanê yekşemê ragihand ku yek ji laboratuwarên ser bi wê zanîngehê ve hatiye bombebarankirin û zerer gihiştiye komek avahiyan û çar kes ji karmendên zanîngehê jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) heta niha derbarê êrişên roja yekşemê û berê sibêha duşemê de tiştek belav nekiriye.

Artêşa Îsraîlê jî nîvê şeva yekşemê ragihand ku wan zincîreyek êrişên din kirine ser Îranê û hêza asmanî ya wî welatî zêdetirî 140 carî êrişî "armancên ser bi rejîma Îranê" kiriye û ew bombebaran kirine.

Li aliyê din, Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran Seyîd Mecîd Musewî li ser Xê nivîsiye ku di bersiva êrişkirina ser dezgehên pîşesazî û enerjiyê yên Îranê de, wan jî êrişî kompleksa pîşesaziyê ya Neot Hovav a Îsraîlê ya li Bîr Sebeyê, komplekseke polayê û du kompleksên hilberîna elemyonê kiriye.

Her wiha 28ê Adarê, Îranê êrişî kargeha Albayê ya hilberîna elemyonê ya li Behrêynê kir ku Alba wekî kargeha herî mezin a helandina elemyonê ya cîhanê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst