Qaanî: Îsraîl di pêkanîna xewnên xwe de têk çûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Qaanî Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand ku li herêmê rewşeke nû derketiye hol û got, “Îsraîl di pêkanîna xewnên xwe yên ewlehiyê de têk çûye.”

Îsmaîl Qaani her wiha got, "Niha odeyeke hevbeş a şer a Eniya Berxwedanê heye."

"Xwe li gorî rewşa nû biguncînin"

Îsmaîl Qaani di peyama xwe de berê xwe da aliyên herêmî û navneteweyî û got:

"Pêwîst e hûn xwe li gorî rewşa nû ya herêmê biguncînin û hînî wê bibin."

"Xewna Netanyahu pêk nehat"

Fermandarê Hêza Qudsê bal kişand ser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û da zanîn ku wî xewna berfirehkirina "kembera ewlehiyê" ya li herêmê didît.

Qaanî amaje bi êrişên li dijî Îsraîlê kir û wiha pê de çû:

"Agirê jîrane û wêrek ê birayên me yên Hizbulahê li bakur û yê Ensarulahê li başûr, sozên derewîn ên wê rejîmê me dane xelkê xwe eşkere kirin."

"Odeya şer bûye yek"

Îsmaîl Qaanî tekez kir ku yek ji armancên sereke yên fermandarên "şehîd" ên Eniya Berxwedanê pêk hatiye.

Qaanî derbarê yekîtiya grûpên çekdar de wiha axivî:

"Daxwaza fermandarên me yên şehîd pêk hat. Niha odeya şer a Eniya Berxwedanê yek e û hemû bi hev re di nava hevahengiyê de ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst