Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamineyî got, “Li Tengava Hurmizê serdemeke nû dest pê kiriye û hejmûna Amerîkayê qediyaye.”
Mucteba Xamineyî di peyameke derbarê "Roja Neteweyî ya Kendava Farsê" de, ji bo herêmê nexşerêyeke siyasî û ewlehiyê ya nû ragihand.
"Amerîka têk çû”
Di peyamê de hat diyarkirin, piştî tiştê ku wekî "êrişa herî mezin a zordarên cîhanê" hat wesifkirin, niha li Kendava Farsê û Tengava Hurmizê serdemeke nû dest pê kiriye.
Mucteba Xamineyî anî zimên ku Amerîka di vê serdemê de rastî têkçûneke "şermezarane" hatiye.
"Paşeroja herêmê dê bêyî Amerîkayê be"
Di peyamê de amaje bi wê yekê hat kirin ku paşeroja herêmê dê "paşerojeke bêyî Amerîkayê" be.
Wî angaşt kir ku “baregehên leşkerî yên Amerîkayê nikarin ewlehiya xwe jî biparêzin.”
"Birêvebirina nû ya Tengava Hurmizê"
Xamineyî di peyama xwe de qala çespandina birêvebirina nû ya Tengava Hurmizê kir û ragihand ku armanc ew e dawî li "bikaranîna xelet" a Tengava Hurmizê ya ji aliyê "dijminê şerxwaz" ve were anîn.
Mucteba Xamineyî destnîşan kir ku “ev serkeftina ku wan li Tengava Hurmizê bi dest xistiye” destpêka pergaleke nû ya herêmî û cîhanî ye ku di bin siya "stratejiya Îrana bihêz" de pêk hatiye.
Bangî welatên cîran kir
Rêberê Îranê li ser pêwendiyên welatê xwe yên bi welatên cîran re bangî welatên li Kendav û Deryaya Umanê kir û got:
"Çarenivîsa me hemûyan bi hev ve girêdayî ye û cihê biyaniyan li vê herêmê nîne."
Mucteba Xamineyî di dawiya peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Îran bi hemû şiyanên xwe, bi teknolojiya nukleer û mûşekan parêzvaniya sînorên xwe dike.
Wî diyar kir ku birêvebirina nû ya Tengava Hurmizê dê di berjewendiya bipêşketina hemû neteweyên herêmê de be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse