Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî got, “Amerîka û Îsraîlê di nirxandina hêza me de şaşitiyeke stratejîk kir.”
Wî her wiha got ku ew dê piyên her kesên ku bixwaze êrişî axa Îranê bike, bibirin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê (navenda herî bilind a fermandariya leşkerî ya li Îranê) Îbrahîm Zulfiqarî got:
“Nirxandinên şaş ên Serokê Amerîkayê û serkirdeyên tawanbar ên rejîma siyonîst, bûn sedem ku ew hêzên Îranê şaş binirxînin.
Wan neteweya qehreman û hêzên çekdar bi pîvanên xwe yên madî û dinyayî nirxand."
Li gorî wî berpirsê leşkerî yê Îranê, amadebûna xelkê ya li kolanan û berxwedana hêzên çekdar a li qada şer, ji bo dijminên welatî wî tiştekî neçaverêkirî bû.
Wî herwiha got, "Vê şaşitiya stratejîk a dijminên Amerîkayî û siyonîstî ew rûbirûyî sivikatiyê kirin û xistin ser rêya têkçûnê."
Xeyala li ser Tengava Hurmizê
Bi gotinaÎbrahîm Zulfiqarî şerê propagandayê, nîşandana çekên bipêşketî û kuştina jin, zarok, zanyar û fermandeyan xwe radest nake.
Îbrahîm Zulfiqarî li ser Tengava Hurmizê jî got, "Ew wisa difikirin ku dikarin li ser Tengava Hurmizê serdest bin lê ew dê vê xeyala xwe bi xwe re bibin gorê."
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê di dawiya daxuyaniyê de hişyariyeke tund da neyarên welatê xwe û got:
"Neteweya me ya xweragir û lawên me yên serbilind ên di nav hêzên çekdar de selimandiye ku ew dê piyên her destdirêjkaran bibirin û wan rûreş bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse