Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Operasyonên Neynewayê, lîwa Necim Cibûrî ragiahnd, hêzên Artêşa Iraqê gihîştine sînorê navçeya Hemam Elîl li başûrê Mûsilê û bi kontrolkirina gundên li ser rê, ew pitir nêzîkî navenda Hemam Elîl dibin.
Fermandeyê Operasyonên Neynewayê, lîwa Necim Cibûrî îro dêşemî 2ê Mijdara 2016, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, îro çarşemî 2ê Mijdar a 2016ê hêzên Artêşa Iraqê ji 3 mêhweran ve dest bi êrişa xwe bo ser gundên sînorê navçeya Hemam Elîl kirin.
Derbarê pêşketina hêzên iraqî bi piştevaniya hêzên pêşmerge de, Necim Cibûrî got: “Ew gundên ku îro şer tê de hene, nêzîkî navenda navçeya Hemam Elîl in. Ji mêhwera rojhilatê Mûsilê jî Artêşa Iraqê ber bi nav bajarê Mûsilê pêşve diçe.”
Lîwa, Necim Cibûrî amaje bi wê yekê jî kir, ku her yek ji Firqeya Altûnî ya Artêşa Iraqê, Firqeya 15, lîwayên 71 û 72 û Polîsê Iraqê li mêhwerên rojavayê Mûsilê beşdarî şer in û hemû hêz bi hev re êrişan encam didin û ber bi pêş ve diçin.
Derbarê êriş û pêşketinên hêzên iraqî de jî, Fermandeyê Operasyonên Neynewayê da xuyakirin: “Roja sêşemiyê çekdarên DAIŞê bi 15 otomobîlên bombekirî êrişî Artêşa Iraqê kirin, lê belê hatin teqandin û bi hemû şêweyekê me bersiva wan da.”
Li ser navçeya Hemam Elîl jî, lîwa Necim Cibûrî got: “Niha em hatine sînorê navçeya Hemam Elîl û bi kontrolkirina wan gundên ku li ser rêya me ne, em dê gelek nêzîkî navenda Hemam Elîlê bibin. Em hewl ddin da ku bilez derbasî nav Hemam Elîlê bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse