Bexda li dijî 20 parlamenterên Kurd dozê vedike

02-11-2017
RÛDAW
Parlamentoya Iraqê li dijî 20 parlamenterên Kurd dosya amade kirine.
Parlamentoya Iraqê li dijî 20 parlamenterên Kurd dosya amade kirine.
Nîşan Iraq Parlamentoya Iraqê Kurd Fraksyonên Kurdistanî Referandum Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê lêkolînê bi wan parlamenterên Kurd re dest pê dike, ku beşdarî di referanduma serxwebûna Kurdistanê de kirine û deng dane serxwebûnê. Parlamenterên Kurd jî dibêjin, hemû ew hewlên wisa kartên fişarê ne ku Bexda li dijî Kurd bi kar tîne.

 

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de, aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê tundtir bûne û piştî êrişa leşkerî ya Iraqê bo ser Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûk û çend deverên din ên Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, Bexda niha pêngavên din li dijî Kurdistanê dest pê dike.

 

Di çarçoveyên pêngavên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê de, parlametoya Iraqê komîteyek bo encamdana lêkolîn û lêpirsîna bi parlamenterên Kurdistanî re pêk aniye û heta niha bi tohmetên weke binpêkirina sonda yasayî û hewldan bo parçekirina xaka Iraqê, ji bo 20 parlamenterên Kurdistanî dosya hatine amadekirin û dibe ku doz li dijî wan were kirin.

 

Hejmara parlamenterên hemû fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê 65 kes e, eger ew 20 parlamenterên Kurd ku bi hinceta beşdariya di referanduma serxwebûna Kurdistanê de li dijî wan dosya hatine amadekirin, werin cezakirin û ji parlamentoyê bihêne derxistin, dê hejmara parlamenterên Kurd dakeve bo 45 kesan.

 

Serokê Fraksyona PDKê di parlamentoya Iraqê de Rênas Cano di bareya vê pêngava Iraqê ya li dijî nûnerên Kurd de ji Rûdawê re axivî û got: “Ew hewlên Bexdayê piştî referandumê çê bûn û çend acendayên siyasî li piş wan hewlan hene. Niha jî 20 kes destnîşan kirine, di qonaxên dahatî de dê hêdî hêdî hejmarê zêdetir bikin.”

 

Parlamenterên Kurd di wê baweriyê de ne, ku ew hewla parlamentoya Iraqê bo lawazkirina xebat û çalakiyên fraksyonên Kurdistanî ye û ew yek jî bi armanca derbaskirin û pesendkirina çend projeyasayan û çend acendayên taybet e.

 

Herwiha parlamenterên Kurd tekez dikin, ku ew hewla Bexdayê jî karteke fişarê ye ku li dijî Kurd bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst