Mexmûr (Rûdaw) – Îro li navçeya Mexmûrê Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge 3 gund ji destê DAIŞê derxistin û ew rêxistin bi qasî 20 km ji Mexmûrê hat dûrxistin.
Artêşa Iraqê îro yekşemî li sînorê navçeya Mexmûrê çaremîn operasyona xwe li dijî rêxistina DAIŞê pêk anî. Di vê operasyonên de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê piştgirî dan hêzên Iraqê û di encamê de 3 gundên Mehele, Hesriye û Kerma ji destê DAIŞê hatin derxistin.
Li gorî zanyariyan, bi pêşketinên îro yên hêzên iraqî, DAIŞ bi qasî 20 kîlometran ji navenda Mexmûrê hat dûrxistin û hêzên Iraqê gihîştin nêzîkî Pira Geyare.
Ji aliyekê din ve fermandeyên Hêza Pêşmerge ku di operasyona îro de alîkarî dan hêzên iraqî, ragihandin ku di şer û pevçûnên îro de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 29 termên çekdarên DAIŞê ketine destê hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge.
Li gorî gotina fermandeyê Pêşmerge di encama operasyona îro de 4 serbazên Iraqê jî hatin kuştin.
Balafirên şer ên hevpeymanan jî piştgirî dan operasyona îro ya hêzên Iraqê li navçeya Mexmûrê.
Armanca operasyonên kontrolkirina bajarokê Geyare yê girêdayî parêzgeha Mûsilê bû, ku ji aliyê hejmara rûniştvanan ve mezintirîn bajarok li Iraqê ye û li ser Çemê Dîcleyê ketiye.
Geyare bi qasî 60 km dûrî başûrê bajarê Mûsilê ye û bi kontrolkirina wî bajêrokî rêya navbera Mûsil û Bexda tê birîn û bo şerê girtina bajarê Mûsilê jî dibe hêsankariyek mezin.
Bi kontrolkirina her sê gundên li navçeya Mexmûrê, xelkê wan gundan ji ber tirsa dubare girtina wan gundan ji aliyê DAIŞê ve bilez berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse