Li Babilê mirina masiyan zerareke mezin gihandiye xelkê

03-11-2018
RÛDAW
Li çemên Iraqê nexweşiya masiyan belav bûye
Li çemên Iraqê nexweşiya masiyan belav bûye
Nîşan Iraq Masî Babîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyên hawizên masiyan ên parêzgeha Babilê ya naverasta Iraqê ji ber mirina bi dehan hezar masî, rûbirûyê zerareke mezin a aborî bûne.

 

Hewlên Iraqê bo çareserkirina pirsgirêka jinavçûn û mirina masiyên parêzgeha Babil, heya niha bê encam mane.Ji ber ku rûbarên Iraqê jehirî bûne, bi sedan kesan rastî ziyanên darayî hatine û bi dehan xwedî pîşeyên xwedankirina masiyan, ji ber mirina masiyên wan, zerereke mezin dîtine.

 

Li gor beşek ji xelkê parêzgeha Babil, ava rûbarê Firatê, bi zanebûn hatiye jehirkirin.

 

Derbarê vê yekê de xwediyê hawizê masiyan Husên Hûsênî wiha axifî: “28 hawizên min ên masiyan hene, ku di wan de 50 hezar masî bixwedî dikim. Asta zerarê gehiştiye 80 hezar dolar. Serê sibehê ji xew rabûm û min dît hemû masî derketine ser avê. Ez ligel xwediyên hawizên masiyan ên din jî axifîm û wan jî got, heman tişt li ba wan jî qewimiye."

 

Xwediyê hawizê masiyan Nîhad Salih wî jî da zanîn ku zerarek mezin gihîştiye wî û got? “Min 70ê hezar masî bixwedî kirin û zerara 450 hezar dolar gehiştiye min. Hemû masiyên min mirin û ji ber vê yekê jî min nêzîka 500 milyon dînarên Iraqî ji dest dan. Ew pere dê ji ku bidest min bikevin? Gelo cilên xwe û zarokên xwe bifroşim? Wan pereyan ji ku bînim?"

 

Derbarê mirina masiyan de xwediyên hawizan û xelkên navçeyê axaftinên cuda dikin. Li gor hinek kesan, sedem pîsbûna avê ye û daxwaza dîtina çareseriyeke bingehîn dikin.

 

Li Iraqê pirsgirêka pîsbûna avê mezin dibe û ev rastiya han jî havîna borî li Besrayê hat dîtin, ku ji ber pîsbûna avê nêzîka 100 hezar kes bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Pirsgirêk ciddî ye û bandora wê jî zêde ye, herwiha hewl hatine dayîn bo çareserkirina pirsgirêkê, lê heta niha ti encam nehatiye bidestxistin.

 

Berpirsê Kiştûkaliya Bajarokê Sedat Hindiye Cafer Yasîn  jî got: “Wezareta Kiştûkalî û hikûmeta xwecihî ya Babilê daxwaz ji xelkê kirine vê pirsgirêkê rawestînin. Lê ya rast heta niha hewlên hatine dayîn bêsûd bûn, ji ber nayê zanîn nexweşî çiye û nayê kontrolkirin jî."

 

Hejmareke din a xelkê navçeyê amaje bi wê yekê dikin ku dibe av hatibe jehrkirin, an jî hinek kesan bi mebest ew kar kiribin. Lê berpirsên peywendîdar dibêjin, heta niha ti lêkolînekê ew îdîa piştrast nekirine.

 

Rêveberê Veterêneriya Babilê Yehya Mêrî   jî anî ziman: “Pişkinînan ew yek îspat nekiriye ku av jehravî be, yan egera ku ev kar ji aliyê hinek kesan ve hatibe kirin. Em danûstandinê ligel rastiyên zanistî dikin."

 

Li gor zanyariyên Rêxistina Xwerak û Kiştûkalî ya Cîhanî, salane nêzîka 29 hezar ton masî li Iraqê tên berhemanîn. Lê tişta niha li Babilê diqewime, pêşan dide ku xwedikirina masiyan li welat rûbirûyê pirsgirêkeke mezin bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst