کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Geyare

Geyare

middleeast

Agirê bîreke petrolê hate kontrolkirin

Nehro Mihemed

Nehro Mihemed

03-12-2016
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nehro Mihemed
Nehro Mihemed03-12-2016

Nûçeyên Têkildar

Heyder Ebûdî: Ti kes nikare budceya Herêma Kurdistanê bibire
ÎRAQ27-11-2026

Heyder Ebûdî: Ti kes nikare budceya Herêma Kurdistanê bibire

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind
Çand û Huner27-11-2026

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê
Cîhan27-11-2026

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê

Geyare (Rûdaw) – Agirê li bîrekê petrolê ya navçeya Geyareya Mûsilê hate kontrolkirin û mayinên li derdora bîrê jî hatine paqijkirin.

 

Berdevkê Wezareta Petrolê yê Iraqê Asim Cîhad bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand; “Tîmên ezdazyarî û teknîkî yên Kompanyaya Petrola Bakûr, bi tevî xirabûna rewşa hewayê jî karîn agirê li bîra jimare 39 ya Kêlgeha Petrolê ya Geyareyê vemirîne.”

 

Cîhad daxuyand ku piştî vemirandina agir, mayin û bombeyên li derdora bîrê jî hatine paqijkirin.

 

Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Lebî amaje bi rola tîma agirkujan kir û diyar kir, ku beriya niha jî wan agirê bîrên jimare 72, 46 û 38ê kontrol kirine.

 

Beriya niha Kuweytê soz dabû ku di vemirandina agirê bîrên petrolê de hevkariya Iraqê bike. Roja Înê (02-12-2016) amêr û pêwîstiyên taybet ên vemirandina agir, ji Kuweytê gihiştin Iraqê.

 

Navçeya Geyareyê:

 

Navçeya Geyareyê ser bi parêzgeha Nînowa ye û dikeve ser rûbarê Dîcleyê. Geyare 60 kîlometreyan ji bajarê Mûsilê dûr e û dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê. Herwiha dikeve 30 kîlometre rojavayê Mexmûrê.

 

Ev navçe di Hezîrana 2014ê de kete destê DAIŞê. Roja 20ê Tebaxa 2016ê hêzên iraqî navçe dorpêş kirin û roja 25ê Tebaxê jî hate rizgarkirin.

 

Petrol û samanên sirûştî

 

Geyare bi çavkaniyên xwezayî dewlemend e û li vê herêmê petrol û madeya kîbrîtê pir e. Li Geyareyê 90 bîrên petrolê hene. Di sala 1956ê de yekemîn parzûngeha vê navçeyê hate damezrandin. Petrola reş û kanên kîbrîtê li qiraxa rûbarê Dîcleyê ne.

 

Berhem û dahat

 

Di parzûngehên petrolê yên Geyare û Necmeyê rojane 30 hezar bermîl petrol tê berhemanîn.

 

Roja 20ê Tebaxê DAIŞê agir berda bîrên petrolê, ku ligel zirara madî, hewaya vê navçeyê jî bi bazinekî 20 kîlometreyan pîs bû. Ev yek bandore li tendurustiya nîştecihên navçeyê û derdorê dike.

 

Agirê bîrên petrolê dibe sedema pîsbûna ava rûbarê Dîcleyê. Herwiha ziyanê digihîne berhemên çandiniyê û zîndewarên herêmê.

 

 Tîmên agirvemirandinê li dora bîran xendekan dikolin da ku petrol nerije nav rûbarê Dîcelyê. 

Nûçeyên Têkildar

Heyder Ebûdî: Ti kes nikare budceya Herêma Kurdistanê bibire
ÎRAQ27-11-2026

Heyder Ebûdî: Ti kes nikare budceya Herêma Kurdistanê bibire

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind
Çand û Huner27-11-2026

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê
Cîhan27-11-2026

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê

Pirsên