Serokwezîr biryar da: Depoyên çekan ji bajaran tên derxstin

04-09-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokwezîr Heyder Ebadî Depoyên çek
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da, hemû embar û kargeehên çekan li seranserî Iraqê ji nav bajaran bo derveyî bajaran bêne veguahstin.

 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku Ebadî derbarê depo û kargeên çekên li nav bajarên Iraqê de biryarek derxistiye.

 

Li gorî vê daxuyaniyê, Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ferman daye Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş ku pêdeçûnê bi lîsteya embarên çek û kargehên çêkirina çekan bikin.

 

Ebadî herwiha biryar daye, ku hemû ew depo û kargehên çekan paşê ber bi derveyê bajaran bêne veguhastin û ji avahiyên nav bajar bo karên din sûd bê wergirtin.

 

Ev biryara Serokwezîrê Iraqê piştî teqîna çend embarên çek û teqemeniyên milîsên Şîe li Bexdayê hat, ku di encamê de çendîn welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn û çendîn kes jî birîndar bibûn.

 

Piştî teqîna wan depoyan, daxwazên xelkê bo veguhastina kargeh û depoyên çekan ber bi derveyî bajaran zêde bibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst