Li ser rêya Diyale û Bexdayê qeza, 13 kes mirin

07-10-2025
Nîşan Diyale Bexda Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Diyale û Bexdayê di qezayeke trafîkê de 13 kes mirin.

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê yên Diyaleyê ji Rûdawê re ragihand:

"Qeza berê sibêya îro li ser rêya di navbera Diyale û Bexdayê de qewimî."

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Polîsê Trafîkê ya Diyaleyê, di qezayê de 13 kes mirine û di nav wan de zarok jî hene.

Heman birêvebiriyê amaje pê daye ku qeza ji ber leza zêde çêbûye.

Çavkaniyeke ji Polîsê Diyaleyê jî ji Rûdawê re got ku ajokarê otomobîla ku rêzikên trafîkê bin pê kirine hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst