Berhem Salih: Divê em li dijî êrişê yek helwest bin

07-11-2021
RÛDAW
Nîşan Berhem Salih Serokomarê Iraqê Mistefa Kazimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser `hewla terorkirina` Kazimî ragihand ku divê ew li hember wî karê xirab yek helwest bin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hewla terorkirina wî, li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Berhem Salih dibêje, “Ew destdirêjiya terorîstî ku Serokwezîrê Iraqê kir armanc, destdirêjiyeke metirsîdar û tawaneke mezin e li dijî Iraqê û divê li hember wî karê xerab de ku seqamgiriya welat û asayişa xelkê dike armanc, em yek helwest bin.”

Serokomarê Iraqê di beşeke din a peyama xwe de diyar dike, “Em nikarin wê yekê qebûl bikin ku Iraq bê rakêşandin bo nav alozî û kudetayê.”

Li gor zanyariyên Rûdawê çend xulekan berî êrişê, Serokwezîrê Iraqê hatibû agahdarkirin ku dê êrişî mala wî bê kirin, lewma li ser vê zanyariyê, Kazimî kariye ji hewla terorkirinê rizgar bibe.

Îro di demjimêrên sere sibehê de, bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, ku hewldana terorkirinê biserneketiye û Kazimî silamet e.

Şaneya Emnî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di nîveşeva Şemî li ser Yekşemiyê de hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dan, lê diyar kiriye ku hewldana terorkirinê biserneketiye û "Kazimî silamet e" û ji vê hewla terorê rizgar bûye.

Şaneya Emnî dibêje, hewla terorkirina Serokwezîr bi "droneke bombekirî" bûye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrişa li ser mala xwe û hewldana jibo terorkirina xwe, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand, "Ez pirojeya rizgarîxwaziya Iraq û gelê Iraqê bûm û niha jî me, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne."Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî "hewla terorkirina Mistefa Kazimî" Serokwezîrê Iraqê şermezar kir, weke kiryareke "terorîstî" bi nav kir û ragihand, "geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê."

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir û wek `kiryareke terorîstî bo ser dilê dewleta Iraqê` binav kir.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de ragihand ku êrîşker dixwazin Iraq ji aliyê hêzên derveyî dewletê ve bê kontrolkirin.

Sekreterê Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî jî diyar kir, “Hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê fitneyeke nû ye. Divê şopa wê bûyerê di odeyên fikrî yên derve de bê şopandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst