Fetih û Saîrûn bo “vekirina girêya kabîneya hikûmetê” dicivin

10-02-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Fetih Saîrûn Kabîneya hikûmetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, piştî civîna navbera herdu hevpeymaniyên Fetih û Saîrûn ku dê çend rojên din bicivin, dê “ girêya tevavbûna kabîneya hikûmetê” vebe.

 

Parlamneterê Hevpeymaniya Fetih, Mihemed Kerîm Ebdulhusên ji Rûdawê re ragihand, komîteyeke hevbeş di navbera herdu hevpeymaniyên Fetih û Saîrûn de, ji bo gotûbêjkirina di derbarê mekanîzma nû ya bo posta Wezîrê Navxwe de hatiye pêkanîn.

 

Mihemed Kerîm Ebdulhusên da xuyakirin, di çend rojên bihê de herdu hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih dê bicivin û dê gotûbêjê li ser wan navan bikin, ku hêjayî wergirtina posta Wezareta Navxwe ya Iraqê ne.

 

Derbarê wan navên ku li şûna navê Falih Feyaz hatine pêşkêşkirin, wî parlamenterê Hevpeymaniya Fetih dibêje, heta niha ti navek li cihê Falih Feyaz nehatiye diyarkirin, lê belê di civîna çaverêkirî ya navbera herdu aliyan digihin rêkevtinekê, bi şêweyekê ku hemû alî li ser razî bin.

 

Hevpeymaniya Saîrûn, ku Muqteda Sedir piştgiriya wê dike, li dijî danîna Falih Feyaz weke Wezîrê Navxwe yê Iraqê ye. Falih Feyaz ji aliyê Hevpeymaniya Fatih a bi serokatiya Hadî Amirî ve bo posta Wezareta Navxwe hatiye berbijêkirin.

 

Ji bilî şîeyan ku li ser danîna kesekî bo posta Wezîrê Navxwe nakok in, Sunne û Kurd jî li ser berbijêrên ji bo herdu wezaretên Berevanî û Dadê nakok in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst