Hewlêr (Rûdaw) – Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir di peyameke dengî de bang li xelkê Iraqê kir, ku ber bi navendên dengdanê ve biçin û dengê xwe bidin. Sedir di peyama xwe de ragihandiye, nîveya yekem a proseya dengdana giştî bê pirgsirêk bi dawî hat, lê em hêvîdarin di çend demjimêrên bê de xelkê baş û niştimanperwer bêtir û çalaktir deng bidin ji bo pêkanîna reformê.
Muqtedar Sedir di vê peyama dengî de ku li ser tora civakî ya Twitterê belav kiriye, dibêje: “Danê sibê, karnavala hilbijartinê bi bexşîn û serxistinê ji aliyê Xwedê ve bi awayê herî baş bi dawî hat; lewra em hêvîdarin danê êvarê jî di çend demjimêrên bê de bêtir çalakane be, bi îradeyeke bilind bo serxistina çaksaziyê, çimku Iraqê pêdivî bi dengê xelkekî baş û niştimanperwer heye.”
Peyama Muqteda Sedir piştî wê yekê tê, ku li gor raportên destpêkê yên nefermî, rêjeya beşdariya xelkê Iraqê di proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina gera pêncem a parlamentoya Iraqê gelekî kêm e.
Herwiha Sedir di peyama xwe de behsa reformê kiriye, ku ew jî dirûşmeke serekî ya bangeşeyên lîsta tevgera Sedir di kampînên hilbijartinan de bû.
Îro Yekşemî 10ê Cotmeha 2021, proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê destpê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam be. Di hilbijartina îro de nêzîkî 24 milyon kesan mafê dengdanê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse