Xelkê Geyara: DAIŞiyan behsa îslamê dikirin lê ne misilman bûn

11-11-2016
RÛDAW
Nîşan Geyara DAIŞ Stemkarî Îslam
A+ A-

Geyara (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê ji bo pêşiya operasyona Artêşa Iraqê bigrin, pira sereke ya navçeya Geyara ya Mûsilê teqandibûn. Lê artêşê roja 27ê Tebaxa 2016ê, ev navçe kontrol kir û DAIŞî derkirin.

 

Xelkê Geyarayê behsa serpêhatiyên xwe yên di dema bin desthiladariya DAIŞê de dikin û dibêjin, “samanên kiryarên DAIŞê hê jî li vir in.”

 

Rêxistina DAIŞê, jiber giringiya navçeyê, Geyara kiribûn navenda Wîlayeta Dîcleyê. Navçeyên Şergat û Zapê jî pêve girêdayî bûn. Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.

 

Xelkê Geyarayê erebên sunne ne lê di du salên desthiladariya xwe de DAIŞê tundutîjiyeke mezin li hember wan kiriye.

 

Serhan Mehmûd ciwaneke xelkê Geyarayê ye û ew dibêje, jiber kişandina cigarê, 10 rojan di girtîgehê de maye. Lê diyare ku sizayê wî ji yê kesên din pir siviktir be.

 

Ebû henan derbarê zehmetiyên rojên dagirkeriya DAIŞê dibêje, “Em koçber kirin. Birsî kirin. Stem li me kirin. Ji bo îslamê ti tişt nehiştin. Wan propagandaya îslamê dikir lê ne misliman bûn. Bi navê îslamê zulm li xelkê kirin. Tenê li Geyarayê 500 mirovên bê tawan kuştin.”

 

Dezgeha bi navê Husbe, rola polîsên DAIŞê cîbicî dikir. Kî li gorî yasayên wan tev negeriyaba, ji aliyê wan ve dihate sizakirin. Gelek zîndanên DAIŞê yên li Geyarayê jî zîndanên Husbe bûne.

 

Navçeya Geyarayê tenê 22 kîlometreyan ji navçeya Mexmûrê dûr e. DAIŞê çekdarên xwe yên biyanî û şerker danîbû vê navçeyê da ku şerê pêşmerge û Artêşa Iraqê bike. Navê vê hêza DAIŞê Dabiq bû. Ji ber kiryarên wan, karesata li vê navçeyê gelek mezin bûye.

 

DAIŞê dîmenek li vî navçeyê belav kiribû ku tê de, bi tometa dizîkirinê destê rastê yê ciwanekî bi navê Ebas Elî jê dikirin.

 

Ebas Elî niha jî li wan dîmenan dinêre û êşa wan rojan ji bîra wî naçe. Ew dibêje çekdarê DAIŞê yê destê wî birî Ebû Macîd e lê nizane çi li wî hatiye. Ew wiha behsa serpêhatiya xwe dike.

 

“Min xwarin û vexwarina DAIŞiyan ji wan re dibir. Rewşa me ya aborî pir xirab bû. Lewma min ji tiştên wan didiziya. Di destpêkê de ez bi sîxûriyê tawanbar kirim. Paşî ji ber diziyê destê min birîn. Dema destê min birîn ez bê hiş bûm. Lê paşî birîna min pir êşiya.”

 

Di du salên desthilata DAIŞê de pêvajoya xwendinê rawestiya û zarok neçûne dibistanan. DAIŞê di dibistanan de zarok fêrî hizra tundûtijiyê dikirin. Lewma gelek kesan zarokên xwe nedişandine dibistanan.

 

Selman Elşimmerî dibêje, “DAIŞê em 20 salan paş de birin. Dibistan nehiştin. Zaniest nehiştin. Zarokên me bê xwendin man.”

 

Çekdarên DAIŞê tenê rojek beriya ketina Geyarayê bîrên petrolê teqandin û dûmana van bîran jî zirareke mezin gihande jîngeha navçeyê.

 

Herwiha gelek kes jî jiber bikaranîna telefonan hatine kuştin. Di dîmeneke din de jî çekdarên DAIŞê li Geyarayê, hejmareke xelkê navçeyê, bi tometa sîxûrî û bikaranîna telefonan gulebaran dike û serê hinekan jî jê dike.

 

Di wan dîmenan de du kes ji heman malbatê tên kuştin ku DAIŞiyan beriya wê jî kesekî din ê wê malbatê revandibûn û aqûbeta wî jî hê ne diyare. Ew kes ji malbata Ebdullah Hemûd bûn. Hemûd dibêje, “Bav û bapîrên min li vir ji dayik bûn. Lê ti tiştek niha nikare qerebûya me bike.”

 

DAIŞ di Geyarayê de têk çû, lê wisa diyare ku dê bîranînên desthiladariya wê hê demekî dirêj di hizrê xelkê vê navçeyê de bimîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst