Rufatên nêzîkî 200 Kurdan di çar gorên bi kom ên Semawe de hene

14-04-2019
RÛDAW
Piştî heft roj lêgerîn û pişkinînan gor hatin dîtin
Piştî heft roj lêgerîn û pişkinînan gor hatin dîtin
Nîşan Rufat Gor Kurd Musena Iraq Enfal
A+ A-

Semawe (Rûdaw) – Wisa tê pêşbînîkirin ku di nav çar gorên bi kom ên biyabanên Semawe de hatine dîtin, rufatên 200 enfalkiriyên Kurd hene.

 

Piştî heft roj lêgerîn û pişkinînan gor hatin dîtin. Cihê ku gorên bi kom têde hatin dîtin, navê wî Şêxe ye ku 125 kîlometre ji navenda bajarê Semawe dûr e.

 

Parêzgarê Musena dixwaze bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, gor werin rakirin.

 

Rêveberê Çavdêriyê yê li Ofîsa Parêzgarê Musena, Nebîl Kamil dibêje: “Rakirina goran hinek zehmet e, ji ber ku pêwîstî bi rizamendiya îdarî û yasayî heye û gelek kar dixwaze. Herwiha pêwîstî bi aliyên dadger û peywendîdar heye ku bi rakirina gorên bi kom eleqedar e. Bêguman çendîn alî dê têde beşdar bin, weke Dezgeha Şehîdan, Wezareta Tendirustî û şarezayên rakirina goran.”

 

Li gor amarên destpêkê yên Encûmena Parêzgeha Musena, nêzîkî 200 rufat di wan çar goran de hene. Çend lijne ji bo pişkinîna temamê herêmê û çawaniya derxistina rufatan, hatine pêkanîn.

 

Xortekî xwebexş ê bi navê Furqan Sahib ku di dîtina wan goran de beşdar bû û dîmenên wan bi çavên xwe dîtine, dibêje: “Dîmenan dil diperitandin, zarokek di hembêza dayîka xwe de bû, zarok nêzîkî  sê salî bû, birastî dîmena wan kezeba mirov dişewitîne.”

 

Roja 14ê Nîsana 1988an ji aliyê rejîma Beesê ve bi serokatiya Sedam Husên li dijî Kurdan qirkirina bi navê Enfalê dest pê kir, di encamê de û di heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst