Celadê Kurdan û Elakerem, kuştina bi şkenceyê

1 demjimêr berê
Nîşan Elakerem Mîr Ehmed Ecac Şkence Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ecac Tikrîtî bi dengê xwe yê bilind û kabloya di destê xwe de, li qada navîn a girtîgeha Nugreselmanê li wan ciwanên ku li ser pêyan sekinîbûn dixist. Zilamekî 66 salî bangî wî kir û got: “Çima tu li wan dixî? Sûcê wan çi ye?”

Ew kes Elakerem Mîr Ehmed bû ku yek ji girtiyên Nugreselmanê bû.

Ecac bi ser Elakerem de girt û bi kabloyan lê da. Elakerem bû şehîdê ewil ê xelkê Helebceyê yê bi destê celadê Nugreselmanê.

Bi hinceta efûyê hatin xapandin

Elakerem li gel du kur û keçeke xwe, 9ê Tebaxa 1988an bi hinceteke xapînok ji kampên Îranê vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Li wir leşkerên artêşa berê ya Îraqê ew desteser kirin û 16ê heman mehê ew birin Zîndana Nugreselmanê.

Selman Elakerem wê demê 23 salî bû û li gel bavê wî biribûn Nugreselmanê.

Selman ji Rûdawê re got, “Dema Ecac li bavê min da, bavê min ji hişê xwe çû.

Piştî 24 saetî canê xwe ji dest da. Min ew bir derveyî girtîgehê û min ew spart axê lê niha nayê bîra min bê ma ew der kû der e.”

Daxuyaniya parêzer û şahidan

Çîroka Elakerem di rûniştina ewil a darizandina Ecac Tikrîtî ya ku 5ê Gulanê hat kirin de hestên her kesî hejandin.

Parêzerê dozê Eyad Kakeyî ji Rûdawê re got, “Elakerem di nav xelkê Helebceyê de şehîdê ewil ê bi destê Ecac bû.”

Di rûniştina dadgehê de Elî Arifê ku niştecihê Helebceyê ye, wekî şahid li pêşberî dadwer axivî û got:

“Ecac li ber çavê her kesî li Elakerem da û ji ber wê canê xwe ji dest da.”

Elî Arif wê demê 17 salî bû û ew li gel çend malbatên din ên ji Helebceyê biribûn Nugreselmanê.

Elî Arif ji Rûdawê re diyar kir ku Ecac bi kabloya xwe Elakerem şehîd kiriye.

Elakerem piştî kîmyabarana Helebceyê ya 16ê Adara 1988an koçberî Îranê bûbû.

Piştî rawestîna şerê Îraq û Îranê (8ê Tebaxê), hatibû ragihandin ku eger koçber vegerin dê efû ji wan re bê derxistin.

Elî Arif qal kir ku wan wilo fêm kiribû ku dê Helebce ji nû ve were avakirin lê ev tenê xapandinek bû.

Ew xistin otobusan û piştî ku çend rojan li Silêmaniyê man, ew birin Nugreselmanê.

Biryar tê dayîn

Dadgeh îro biryara xwe ya li ser Celadê Kurdan dide.

Ecacê ku wekî "Celadê Zîndana Nugreselmanê/Celadê Enfalê" tê naskirin, îro li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê tê darizandin.

Parêzerê dozê diyar kir ku tohmetbar bi xwe li sûcên xwe mikur hatiye û dadgeh dê biryara dawî bide.

Darizandina dawî ya Celadê Enfalê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî îro li Bexdaya peytexta Îraqê ye.

Îdam an na?

Eyad Kakeyiyê parêzerê Enfalbûyiyan ê di doza Ecac de jî 13ê Gulana 2026an ji Rûdawê re got:

"Di rûniştina borî de îfadeyên gilîkeran hatin girtin û tohmetbar jî bi zelalî li sûcên xwe mikur hat.

Vê yekê karê dadgehê hêsan kir da ku biryara dawî bide."

Eyad Kakeyî li ser wî cezayê ku tê çaverêkirin li Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî were birîn da zanîn:

"Belge li dijî tohmetbar gelekî bi hêz in. Îfadeyên gilîkeran û mikurhatina tohmetbar a li ser kuştina mirovên bêguneh, şkence û destdirêjiyê, wiha dike ku em li gorî yasaya cezayê ya Îraqê pêşbînî bikin ku dê cezayê bidarvekirinê lê were birîn."

Li hinek sûcên xwe mikur hat

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm hefteya borî ragihand ku Ecac li tawanên destdirêjiya li ser keçên girtî û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye.

Celadê Nugreselmanê

Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin, ew di dîroka Enfalê de wekî yekî ji wan navan tê naskirin ku li Zîndana Nugreselmanê li hemberî Kurdên girtî "hovîtî" kiriye.

Tê payîn ku di rûniştina îro de nûnerên Wezareta Şehîd û Enfalbûyiyan, rêxistinên mafên mirovan û hinek xizmên qurbaniyan amade bin.

7ê vê mehê 26 şahidan û xizmên Enfalbûyiyan li pêşberî dadwer sonda yasayî xwaribû û hûrgiliyên wan sûcan gotibûn ku li Nugreselmanê li hemberî wan hatibûn kirin.

Çav li biryara dadgehê ne

Niha çavê hemû xizmên Enfalbûyiyan û raya giştî ya Kurdistanê li Dadgeha Resafeyê ye da ku bibînin piştî nêzîkî çar dehsalan di ser sûcê Enfalê re derbas bûne, dadgeh dê çawa yekî ji celadên herî navdar ên wê serdemê ceza bike.

Hinek tawanên wî

Ew bi şehîdxistina gelek kesên di Zîndana Nugreselmanê ya li parêzgeha Musenayê (Îraq) tê tawanbarkirin.

“Kûçikan laşên wan dixwarin”

Eyad Kakeyî diyar kir ku wî îfadeyên Ecac ên dema lêpirsînê dîtine û Ecac li tawanên xwe mikur hatiye û gotiye:

"Min serê sisê danan yek semûn dida Enfalkiriyên Zîndana Nugreselmanê û min avek dida wan ku nedihat vexwarin da ku bimirin.

Kesên ku canê xwe ji dest dida, ji zîndanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin; ji ber ku axeke kêm bi ser wan dihat dakirin termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên wan dixwarin."

Li gorî agahiyên dosyayê, Ecac sala 1962yan li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û sala 1986an Koleja Ewlehiya Neteweyî qedandiye û li başûrrojhilatê Selahedînê hatibû girtin.

Eyad Kakeyî da zanîn ku Ecac di dema lêpirsînan de li wê yekê mikur hatiye ku ew dema Enfalê berpirsê Zîndana Nugreselmanê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst