Rûdaw navên wezîrên Kurd ên di hikûmeta nû ya Îraqê de eşkere dike

58 xulek berê
Nîşan Kurd Namzed Îraq Hikûmet Wezîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê Fuad Husên û Rêbaz Hemlan, YNKyê jî Xalid Şiwanî ji bo wan wezaretên ku di hikûmeta nû ya Îraqê de ji wan re hatine veqetandin kirin namzed.

Her wiha Sirwe Ebdulwahîd ji bo posta Wezîrê Jîngehê namzeda Nifşê Nû ye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Husên ji bo posta Wezareta Karên Derve ducare kiriye namzed.

Her wiha Rêbaz Hemlan ji bo posta Wezareta Avakirin û Niştecihirinê namzed e.

Postên PDKyê di kabîneya nû de

Di kabîneya hikûmeta Elî Falih Zeydî de sê post dikevin para PDKyê.

Ji xeynî her du wezaretan, PDK dê posta Alîkarê Serokwezîr jî wergire.

Parlamentoya Îraqê îro ji bo dengdanê li ser bername û kabîneya nû ya hikûmetê dicive.

Berpirsekî bilind ê PDKyê yê li Bexdayê ji Rûdawê re got, "Di civîna roja pêncşemê de deng li ser namzedên posta alîkarên serokwezîr nayê dayîn."

YNK û Nifşê Nû

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xalid Şiwanî ji bo posta Wezareta Dadê kir namzed.

Xalid Şiwanî di hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de xwediyê heman postê de.

Her wiha YNKyê ji para xwe Wezareta Jîngehê da Nifşê Nû û namzeda wê jî Sirwe Ebdulwahîd e.

Di rûniştina parlamentoyê ya îro de ji nav 23 wezaretan dê deng li ser 19 wezaretan were dayîn.

Ew wezaretên ku hîn li ser wan lihevkirin çênebûye dê di rûniştineke din de werin diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst