Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Îraqê Sefwan Gergerî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîna parlamentoyê bibe ku dê îro ji bo dayîna dengê baweriyê ya kabîneya nû ya bi serokatiya Elî Zeydî were lidarxistin.
Sefwan Gergerî îro ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo civînê hatiye vexwendin û ew dê beşdar bibe.
"Hemû amadehî bi dawî bûne"
Sefwan Gergerî anî zimên ku ji bo civîna parlamentoyê hemû amadehî bi dawî bûne.
Wî her wiha diyar kir ku dê serkirdeyên siyasî yên Îraqê jî di civînê de amade bin.
Tê payîn ku îro ji bo 18 wezaretan dengdan were kirin û dengê baweriyê were dayîn.
Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî jî tekez kir ku Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civînê bibe.
Dengdana ji bo 5 wezaretan hat bipaşxistin
Şêrwan Duberdanî eşkere kir ku dengdana ji bo Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Parastinê, Wezareta Çandê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezareta Koç û Koçberan di civîna îro de nayê kirin.
Wî da zanîn ku dengdana ji bo çar postên alîkarên serokwezîr jî hatiye bipaşxistin.
Li aliyê din, Berdevkê Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoyê Danar Ebdulxefar ragihand ku partiya wan Fuad Husên wekî namzedê Wezareta Karên Derve û Rêbaz Hemlan jî wekî namzadê Wezareta Avedaniyê û Niştecîkirinê destnîşan kirine.
Danar Ebdulxefar got, dê îro navên van namzedan ji bo dengê baweriyê werin pêşkêşkirin.
Tê çaverêkirin ku Parlamentoya Îraqê îro demjimêr 16:00an bicive û li ser bernameya hikûmetê û kabîneya Elî Falih Zeydî dengdanê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse