Mûsil (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê “Nîkaha Cîhadî” ji bo bilindkirina asta xweragiriya çekdarên xwe weke bernemayekî stratejîk bikar tîne.
Nîkaha Cîhad an ku zewaca ligel kesekî/ê ku cîhadê dike. Ev yek pênaseya rêxistina DAIŞê ye ji bo zewaca çekdarên xwe. Lê zanayên ola îslamê dibêjin di nav îslamê de ti tişteke bi vê navê nîne û ji rastiyê dûr e.
Ev du sal û nîv in DAIŞ bajarê Mûsilê di bin kontrola xwe de digre. Berpirsên DAIŞê dizanin ku ji bo çekdarên wan xweragir bin, pêwîste manewiyat û derûnên wan baş be.
Vê yekê jî bi rêya têrkirina ajoyên wan ên zayendî anku hezên seksî, bi pêkanîna “nîkaha cîhadî” dike.
DAIŞ bi sê şêweyan vê zewacê pêk tîne. Şêweyê yekemîn ew e ku bang li jinên li derve dike da ku bên ligel çakdarên wan bizewicin. Şêweyê duyem jî ligel keç û jinên herêmên hatine dagirkirin, bi zorê zewacê dikin. Şêweyê sêyem jî ew e ku yekîneya DAIŞê ya bi navê Xense ku taybet a jinan e, navê jinên jinebî dinivîse û wan dike namzeta zewacan.
Li gorî îdîayan vê şêwazê zewacê bandor li ser derûnê çekdaran jî kiriye û hêliştiye ku zêdetir beşdarî şeran bibin.
Herwiha tê gotin ku ev cure zewacê bûye sedem ku li Mûsilê ejmareke zêde yê ciwanan herin nav DAIŞê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse