Bexda: Em rê nadin axa me li dijî cîranan bê bikaranîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sebah Numan Îraq Îran Bexda Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan got, “Em rê nadin axa me li dijî cîranan bê bikaranîn.”

Sebah Numan bal kişand ser aloziyên herêmê û got, "Îraq di helwesta xwe de rijd e; em rê nadin ku axa me ji bo êrişên li dijî welatên din were bikaranîn."

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê amaje bi wê yekê kir û got, "Ev helwesta me li ser bingeha madeyên destûra Îraqê û siyaseta hikûmetê ye ku teqezî li ser rêzgirtina li serweriya welatan û desttêwernedana kar û barên navxweyî dike."

Sebah Numan her wiha got, "Îraq bi temamî pabend e ku rê nede axa wê bibe qadeke gefxwarinê li asayîşa welatên cîran, yan rakişandina welêt ji bo nav nakokiyekê ku xizmeta berjewendiyên gelê Îraqê nake."

Hikûmeta Îraqê daxwaz ji hemû aliyan dike ku aram bin û zimanê diyalogê bi pêş bixin, her wiha hewlên xwe yên dîplomatîk û aştiyane bixin tevgerê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku herêmê ji aloziyên zêdetir û nearamiyê biparêze.

Ev di demekê de ye ku ev çend roj in behsa egera êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê tê kirin.

Rewşa Îranê ne aram e û 18 roj di ser destpêkirina xwenîşandan û nerazîbûnên xelkê wî welatî re derbas dibin.

Hêzên ewlehiyê û xwenîşander li çend parêzgehan rûbirûyê hev bûne, ev hefteyek e hikûmeta Îranê xeta înternetê û torên pêwendiyê li seranserê welêt qut kirine.

Li gorî amarên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), ji destpêka nerazîbûnan ve 2 hezar û 403 kes hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar û 400 kes jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst