Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedr peyameke ji çar xalan pêk tê arasteyê parlamentoya Iraqê kir û di xalekê de daxwazê ji parlamentoyê dike ku ku pêşî li “destwerdanên siyasî yên desthilata dadwerî” bigire.
Serokê Tevgera Sedr Muqteda El Sedir îro Sêşemê 15ê Sibata 2022yan twîttekê de wiha got: "Karê parlamentoyê ne tenê avakirina hikûmetê û hilbijartina sê serokatiyan e, divê rola parlamentoyê di aliyê çavdêrî û yasadanînê ve bê çalakkirin, lewma divê li ser parlamenteran, ji wan jî hevpeymaniya me ya xoşewîst xwe çalak bikin.”
Peyama Sedir wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin
Ev peyama min e ji bo parlementoya birêz a Iraqê
Silav bo we
Nabe karê parlementoyê tenê ji bo pêkanîna hikûmetê, yan hersê serokatiyan be, lê belê pêwîst e rola Encûmena Nûneran a çavdêrî û teşrîî bê aktîvkirin, ji bo berjewendiya gelê sitemlêbûyî, lewma divê parlementer, bi taybetî hevpeymanên me yên xoşewîst van xalên jêrîn aktîv bikin:
Yekem: Aktîvkirina rola çaksazî ya parlementoyê û aktîvkirina lêpirsînan û vexwendina her kesekî ku guman derbarê gendelkarî û kêmasiyan li ser wî hebe, eger ev yek bi rêya leza di pêkanîna komîteyên parlementoyî be jî, bi bêyî liberçavgirtina ku ew ji çi netewe yan tayifeyê be yan jî pileya wî ya fermanberî di hikûmetên berê de.
Duyem: Tekezkirin li ser aktîvkirina projeyên xizmetguzariyê, ku sûdê digihînin gel û rûmeta wî, herwiha biserîkirina projeyên ku hatine ragirtin, ew jî bi zûtirîn dema ku pêkan e bibe, û demeke dawî ya diyarkirî jê re bê danîn, herwiha kesên kêmûkuriyên wan hebin, ji kompanyayên hikûmî û sivîl, bêne muhasebekirin.
Sêyem: Lez di pêkanîna hikûmeta nû ya çaksaz de, bê kirin, bi hikûmeteke piraniya niştimanî ya dûr ji (beşbeşiya kêkê).
Çarem: Aktîvkirina rola çavdêriya parlementoyî bi şêwazekî tund, ku rêgiriyê li ber destêwerdanên hizbî yan dadwerî yên siyasetkirî.”
— مقتدى السيد محمد الصدر (@Mu_AlSadr) February 15, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse