Malîkî: Di çarçoveya destûrê de em giştpirsiyê qebûl dikin

16-08-2017
Bexda
Bexda
Nîşan Nûrî Malîkî Giştpirsî Şanda Kurdistanê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Piştî civîna li gel Şanda Kurdistanê ya Bexdayê, Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ragihand: “Pêwîstiya giştpirsiyê bi çarçoveyekî destûrî heye. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin.”

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî di civîneke çapemeniyê de got: “Mijara giştpirsiyê yan jî her pêngavekî ku birayên kurd biavêjin, divê di çarçoveya destûrê de be. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin.”

 

Nûrî Malîkî ku di heman demê de û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê ye, diyar kir: “Pêngavên li derveyî destûrê werin avêtin dibe ji bo kurdan û ji bo Iraqê jî bibe pirsgirêk.”

 

Malîkî herwiha got: “Em naxwazin bi zimanê pirsgirêkçêker di nava xwe de bikarbînin. Hêvîdar im, ku rewş bi vî aliyê ve neçe. Eger wiha be pêwîste pêdaçûna destûrê were kirin. Destûr dikare wê mafê bide ku giştpirsî were kirin an jî biryara mafê çarenivîsê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst