Humam Hemûdî: Pêwîst e hemû gelên herêmê mafên xwe werbigirin

16-08-2017
RÛDAW
Serokê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê, Humam Hemûdî behsa naveroka civîna xwe û şanda Heêrma Kurdistanê kir.
Serokê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê, Humam Hemûdî behsa naveroka civîna xwe û şanda Heêrma Kurdistanê kir.
Nîşan Kurdistan Referandum Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê Humam Hemûdî
A+ A-

Bexda ((Rûdaw) – Serokê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê, Humam Hemûdî piştî civîna li gel şanda pilebilind a Kurdistanê ragihand, pêwîst e ku hemû gelên deverê tevahiya mafên xwe werbigirin. Hemûdî herwiha tekez kir: “Herêm tehemula arîşeyeke din nake û lezkirin jî di berjewendiya ti kesî de nîbne.”

 

Şanda Encumena Bilinda Referandumê ya Herêma Kurdistanê ku bi serdanekê li Bexdayê ye, êvariya îro çarşembî 16ê Tebaxê serdana Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê kir û bi serokê vê encumenê, Humam Hemûdî re civîn pêk anî.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, Humam Hemûdî di daxuyaniyeke rojnamevanê de bersiva pirsyarên medyayan û rojnamevanan da.

 

Li ser pirsyara Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê mafê çarenivîsê yê gelê Kurd û Kurdistanê de, Humam Hemûdî ragihand: “Pêwîst e hemû gelên deverê tevahiya mafên xwe werbigirin, lê belê pêwîst e ewlehî û îstîqrara deverê û berjewendiya giştî jî were liberçavgirtin.”

 

Serokê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê herwiha derbarê civîna xwe ya li gel şanda Herêma Kurdistanê de diyar kir, pevguhertina fikir û ramanan gelek giring e û tekezî li ser pêwendiyên navbera her du aliyan di xebata hevbeû û pirsgirêkên dahatî de kir.

 

Humam Hemûdî destnîşan kir: “Em pêkve bi yekgirtî û weke hevkar dijîn, hemû alî mafê wan e ku xwastek û daxwazên wan hebin, bêguman arîşe jî hene, lê belê ji bilî diyalogê me ti bijardeyeke din nîne. Bingeha vê diyalogê jî pêkvejiyana aştiyane ya navbera me ye. Me bi hev re beşdarî di dariştina destûrê de kir û em paşerojeke baş dixwazin.”

 

Hemûdî tekez kir, ku lezûbezkirin di berjewendiya kesê de nîne û got: “Dever jî tehemula arîşeyeke din nake. Pêwîst e em ji pirsgirêka DAIŞê û terorê derbas bibin, piştre em dê biçin ser mijarên din. Lezkirin di karûbaran de jî di berjewedniya ti kesî de nîne.”

 

Şanda Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina derbarê referandumê û pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê pêr piştî nîvro serdana Bexdayê kiriye.

 

Şanda pilebilind a Kurdistanê ku biryar e 3 rojan li Bexdayê bimîne, heta niha bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, balyozên Îranê û Amerîkayê yên li Bexdayê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, Serokê Encumena Bilind a Îslamiya Iraqê Humam Hemûdî, Serokê Bereya Iraqê Bo Diyaloga Niştimanî Salih Mutleg re hevdîtin pêk aniye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst