Piştî nemana DAIŞê derwêş vedigerin Mûsilê

19-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Iraq Mûsil DAIŞ Sofî Derwêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nemana desthilatdsriya DAIŞê li Mûsilê, derwêşên Tekiyeya Qadirî li vî bajarî bi ziman û merasîmên xwe yên taybet zikra Xwedê dikin. Dema 3 salan bû, ku DAIŞê rê nedida ti merasîmeke derwêş û sofiyan, lê niha ew bi azadî merasîmên xwe birêve dibin.

 

Derwêşên Iraqê li bajarê Mûsilê merasîmên xwe saz dikin. Merasîma Terîqeta Kesnezaniyan bi kombûna mêran bi awayekî bazneyî û jenîna defê destpê dike. Ew bi rêya çend merasîmên cuda dixwazin bi pey rastiya dîn de bigerin.

 

Xelîfeyekî Sofiyên Mûsilê yê bi navê Tariq Şît Mehmûd radigihîne: “Terîqeta Mezin a Qadirê Kesnezanî, rêyeke sofîtiyê ye, ku li ser rêya Pêxemberê me Mihemed slavên xwedê lê bin hatiye, terîqet di gelek babetên Qurana Pîroz de hatiye behskirin û bi gelek awayan, ji wan jî wek rêya rast û di hinek cihan de jî bi eşkere wek terîqet.”


Ev corê sofîtiyê li Îran û Tirkiyê jî heye, ew di wê baweriyê de ne ku ne ser bi ti mezhebên Sunne û Şîe ne. Ji sala 2014ê heta 2017ê jî di jêr hikmê DAIŞê de merasîma derwêşan hatibû qedexekirin, lewra wê demê piraniya wan bajarên xwe bicîh hiştin.

 

Tariq Şît Mehmûd herwiha dibêje: “Em û DAIŞ dijî hev in, ji ber DAIŞ terorîzmê belav dike, lê em aştiyê belav dikin, herwiha rêya sofiyan dijî tekfîrê ye, lewra em di lîsteya DAIŞê de bûn, ji ber kes efû nedikirin ji xeynî kesên bi pey wê ketine.”

 

Herçiqas sofiyan ji sala 2003ê ve gelek caran dijî dêzên Hevpeymaniyê şer kirine, sala 2006ê jî dijî hêzên Amerîkayê beşdarî şerê Felûce bûn, lê gelek caran ketine ber êrîşên grûpên radîkal jî.

 

Yek ji wan êrîşên ser sofiyan jî li nîvgrava Sîna ya Misrê bû, ku sala 2017ê di êrîşekê de bo ser mizgefteke sofiyan zêdeyî 305 kesan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst