Li Geyare teqîn: 28 kuştî û birîndar hene

23-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mûsil Geyare Teqîn Otomobîla bombekirî DAIŞ Qayimmeqamê Geyare Salih Cibûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Geyare ya ser bi Mûsilê ve teqînek çê bû û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan, teqîn li nav bazara Geyare û bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan.

 

Qayimmeqamê Qezaya Geyareyê, Salih Cibûrî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, “rêxistina DAIŞê” weke berpirsyarê encamdana teqîna îro ya li vê bajarokî da naskirin.

 

Salih Cibûrî ji Rûdawê re ragihand: “Sibehiya îro Sêşembiyê 23ê Cotmeha 2018 çekdarên DAIŞê bi rêya teqandina otomobîleke bombekirî li nêzîk xwaringeha Hicî li navena bazara Geyare, xelkê sivîl û bêtawan kirin armanc û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn.”

 

Cibûrî da xuyakirin, ku ji kesên kuştî, 2 kes serbazên artêşa Iraqê û kesek din jî welatiyekî sivîl e. Derbarê rewşa birîndarên bûyerê de jî, Qayimmeqamê Geyare ragihand, ku birîna hejmarek hejmarek ji birîndaran dijwar e û rewşa wan nebaş e.

 

Salih Cibûrî herwiha got: “Bi armanca girtina bikerên teqînê, hêzên ewlekariyê rêkarên ewlehiyê tund kirine û hemû rêyên hatinûçûnê bo nav bajêr û li nav bazara Geyare jî daxistine.”

 

Herwiha hêzên ewlekariyê yên Iraqê dest bi operasyonekê li nav Geyare kirine.

 

Qayimmeqamê Geyareyê herwiha amaje bi rewşa niha ya bajêr dike û destnîşan dike: “Rewş niha asayî bûye, herwiha xelkê sivîl jî di veguhastina birîndaran bo nexweşxaneya bajêr de gelek alîkarî dane hêzên ewlekariyê û aliyên pêwnedîdar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst