Navenda Nûçeyan – Bi dengê piraniya parlamenteran bawerî ji Wezîrê Parastina Iraqê hat wergirtin.
Parlamentoya Iraqê îro pênşemî derbarê gotûbêjkirina dosyaya standina baweriyê ji Wezîrê Parastina wî welatî civiya.
Di civînê bi dengê piraniya parlamenterên amadebûyî bawerî ji Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî hat wergirtin.
Parlamenterê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Bi dengê 142 parlamenteran bawerî ji Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî hat standin.”
Rênas Cano herwiha got, 102 parlamenter jî li dijî standina baweriyê ji Xalid Ubêydî bûn û 18 parlamenteran jî dengê betal bi kar anîn.
Agahî tên…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse