Artêş: Li benda nûçeyên giring bin!

27-03-2017
RÛDAW
Mûsil
Mûsil
Nîşan Mûsil DAIŞ Operasyon Iraq
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ev 3 heftene herêma Mûsila Kevin dorpêçkirine lê nekarîne ala Iraqê liser Mizgefta Mezin bilind bikin. Fermandarên iraqî jî dibêjin; “Li bendê bin, nûçeyên pir giring di rê de ne!”

 

Operasyona Artêşa Iraqê ya li rojavayê Mûsilê berdewan dike. Roja yekşemê 26-03-2017 hêzên Iraqê ev 3 heftene li derdora Mizgefta Nûr in lê hê jî nekarîne kontrol bikin. Ev mizgeft di heman demê de weke Mizgefta Mezin jî tê naskirin û Ebûbekir Bexdadî di vê mizgeftê de xelîfetiya xwe ragihandibû.

 

Fermandarê Polîsên Federalî yê Iraqê Mihemed Cewad ji Rûdawê re ragihand; “Bi hêviya Xwedê di demekê nêzîk de hûnê nûçeyên neçaverêkirî bibihîsin. Niha jî navçeya Mûsilê Kevin, taxên Babil Top û Babil Bêz di bin dorpêça me de ne. Em ligorî plane dimeşin.”

 

Çekdarên DAIŞê ji erdê û esmanan ve tên bombebarankirin. Di navbera serbazan û çekdarên DAIŞê de tenê 100 metre heye.

 

Piraniya nîştecihên Mûsila Kevin nikarin ji malên xwe derbikevin û li hêviya bidawîbûna operasyonê ne.

 

Nîştecihê Mûsilê Ehmed Meter dibêje; “DAIŞ sivîlên di bin destê xwe de weke mertalên zîndî bikar tîne. Serbaz çend nêzîk bin, DAIŞî zêdetir mirovên sivîl bixwe re dibe.”

 

Di nav agirê şer de jî kesên derfeta xwe dibînin, ji malên xwe derdikevin û direvin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst