Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) dibêje, çekdarên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê rê nadin ew kesên ku xizmên wan di nava DAIŞê de bûne, vegerine malên xwe.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê rewşa Iraqê de raportek belav kiriye û radigihîne, ku çekdarên rêxistina Bedir ên Heşda Şeibî li navçeya Beac a rojavayê Mûsilê, ji ber nas û xizmên wan di nava DAIŞê de bûne, xelkê bi kom ceza dikin.
HRW dibêje, çekdarên Heşda Şeibî gelek caran gef li serokhozên van navçeyan xwarine, ku bi mezheb Sûnnî ne û pêwîst dizane, desthiladarên Iraqê bersiva vê cihêxwaziyê bidin.
Li gorî belgeyên di destê HRWê de, meha Sibata îsal li gel serokhozên navçeya Beacê kom bûye û ji wan çend daxwaz kirine, ku ew jî wiha hatine rêzkirin:
- Divê hemû muxtarên taxan navê wan DAIŞiyan binivîsin, ku vegerina navçeyê.
- Divê derbarê kesên bi guman de zanyariyan bidin, nexwe dê werin cezakirin.
- Nabe muxtarên taxan belyên wan kesan mohr neke, ku xizm an jî naseke wan di nava DAIŞê de bûye.
- Divê hemû serokhoz navê wan DAIŞiyan ragihîne, ku vegerine nav malbata xwe.
- Divê ew jinên hevjînan wan di nava DAIŞê de ne dezgehên îstîxbaratê yên derve û navxwe yên Iraqê agahdar bikin.
- Ew kesên xizm û nasên wan di nava DAIŞê de bûne belgeyên ewlekariyê mor bikin û mûxtar jî derbarê wan de zanyariyan bidin.
HRW di rapora xwe de dibêje: “Ev yek ji wan belgeyan e ku diselmîne desthilata Iraqê xelkê bi kom ceza dike. Divê hikûmeta Iraqê bersiva vê cihêxwaziya li wê navçeyê pêk hatiye, bide.”
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha hişyariyê dide ku ev nêzîkatiya hêzên ewlekariyê û çekdarên Heşda Şeibî nahêle xelk vegerin malên xwe. Bi nêrîna HRW ev yek jî dikeve nav qalibê “hewldanên guhertina demografiya navçeyê” û bi taybetî jjî di dema hilbijartinan de bandor li deng3en Sunniyan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse