Li Bexdayê teqîn: Mirî û birîndar hene

29-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar hene.

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di dema lîstika futbolê de li nêzî stadyumeke teqînek çêbû.

Li gor agahiyên berdest sedema teqînê tankereke sotemeniyê bûye û avahiyên li nêzîkî bûyerê jî wêran bûne.

Derbarê bûyerê de peyamnêrê Rûdawê jî ragihand ku hejmareke mirî û birîndar hene.

Çavkaniyeke ji Bexdayê ragihand ku di bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, teqînek li bakurê rojhilata Bexdayê rû da.

Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser wê bûyerê lêkolînan dikin û heya nayê zanîn ka sedema teqîna tankê ji ber çi bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst