Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mezintirîn hevpeymaniya şîeyên Iraqê re behsa mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê kir.
Li gorî daxuyaniya çend endamên Hevpeymaniya Niştîmanî ku mezintirîn hevpeymaniya aliyên siyasî yîn şîeyên Iraqê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya bo Bexdayê de bi awayekê zelal behsa pêşeroja pêwendiyên navbera Iraq û Kurdistanê kir.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Iraqê de, bi şêweyeke aşkere û zelal behsa mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd kiriye.
Jibilî mijara diyarkirina mafê çarenivîsê, Barzanî bi Hevpeymaniya Niştîmanî re derbarê mijara kontrolkirina Mûsilê, pêşeroj û çawaniya rêvebirina bajêr piştî derxistina wê ji destê DAIŞê de jî gotûbêj kirin.
Li Bexdayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiyabû.
Herwiha di encama hevdîtina navbera Barzanî û Ebadî de, her du aliyan li ser doyaya petrolê rêkevtinek kirine.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyên li Bexdayê bi dest xistiye, Iraq û Herêma Kurdisanê li hev kirin ku rojane 150 hezar bermîlên petrolê ji bloka petrolî ya Babagurgur a Kerkûkê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê û bazarên derve bê şandin.
Weke ku Barzanî û Ebadî rêkevtin kirine, dê ji wan 150 hezar bermîlan, 75 hezar bermîlên petrolê bi rêya Wezareta Petrola Iraqê û 75 hezar bermîlên din jî ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ve were firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse