Muqteda Sedir bang li welatan kir: Destwerdanê nekin!

30-10-2021
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedir Tevgera Sedir Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku tevgera wî di hilbijartinê de zêdetirîn deng bidest xistin, bang li welatan kir ku destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de nekin.

Rêberê Tevgera Sedir îşev li hejmara xwe ya Twitterê derbarê rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê û helwesta welatan li hember encamên hilbijartinê, peyamek belav kir.

Muqteda Sedir dibêje, hinek welat bi awayekî eşkere destwerdanê di karûbarên Iraqê û hilbijartinê de dikin.

Sedir di wê peyama xwe de bang li wan welatan kir ku destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de dikin û daxwaz kir ku destê xwe ji karûbarên Iraqê vekişin. Bi gotina Sedir, karê ku ew dewlet dikin, sivkayetî ye bi gelê Iraqê.

Di peyama Sedir de hatiye, “Nûçeyên temam gihiştine destê me ku destwerdana herêmî li karûbarên hilbijartinê de heye, herwiha guvaş li ser alî û fraksiyonên siyasî heye ji bo berjewendiyên derve ku ziyaneke zêde li ser Iraq û gelê wê heye.”

Rêberê Tevgera Sedir dibêje, ew daxwaz ji wan hemû dewletan dikin ku destwerdana wan a eşkere heye “demildest destê xwe vekişin. Min danûstandin li gel wan red kiriye. Lewma divê alî pena bo wan nebin û nexin nav karûbarên me yên navxwe. Em Iraq in û em tenê dikarin pirsgirêkên xwe li nava xwe çareser bikin.”

Muqteda Sedir di dawiya peyama xwe de dibêje, destwerdan û destavêtina wan dewletan “sivkayetî ye bi Iraqê, gelê wê, serbixwebûn û heybet û serweriya wê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst