Hewlêr (Rûdaw) - Di teqîna li herêma Seyîde Zeynebê ya li nêzîkî Şama paytexta Sûriyeyê de, mele û xetîbê Tirbeya Seyîde Zeynebê Ferhan Mensûr mir.
Li gorî agahiyên di medyaya fermî û xwecihî ya Sûriyeyê de, îro li ber Otela Sefîr Zehrayê ya li herêma Seyîde Zeynebê bi bombeyeke destan êrişî otomobîlekê hatiye kirin.
Di êrişê de Ferhan Mensûrê mele û xetîbê Tirbeya Seyîde Zeynebê miriye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de sivîlek jî birîndar bûye û ew veguhastine nexweşxaneyê.
Mirina wî hat piştrastkirin
Edhem Xetîbê Birêvebirê Ofîsa Tirbeya Seyîde Zeynebê di daxuyaniyekê de mirina melê piştrast kir û got:
“Em nûçeya şehadeta Seyîd Ferhan Mensûrê xetîbê Tirbeya Seyîde Zeynebê radigihînin ku di teqîneke hovane de bû hedef.”
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çûn herêmê û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.
Navendeke girîng a dînî ye
Herêma Seyîde Zeynebê ya ku tirbeya Zeyneba keça Eliyê xelîfeyê Îslamê lê ye, li welêt wekî yekê ji navendên dînî yên herî girîng tê naskirin.
Her sal gelek kes ji bo dîtina tirbeyê diçin wê herêmê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse