RAPOR: Li Sûriyeyê jinên Elewî tên revandin û destdirêjî li wan tê kirin

2 demjimêr berê
Nîşan Sûriye Elewî Revandin Jin Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporekê, piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê, revandina jinên Elewî her ku diçe zêdetir dibe.

Ew kesên ku tên revandin bi piranî rastî şkence û destdirêjiyê tên.

Ew kes pişt re li beramberî fidyeyeke mezin tên berdan.

Lê belê hikûmeta nû ya Sûriyeyê van raporan û tawanbariyên bi vî rengî red dike.

Li gorî nûçegihanên New York Timesê, meha gulana borî li bakurrojavayê Sûriyeyê keçeke 16 salî ji mala wê hat derxistin û bi zorê ji bo wergirtina fidyeyê hat girtin.

Piştî çend hefteyan, kesekî nenas pêwendî bi malbata wê re danî û ji bo berdana wê bi hezaran dolaran xwestin.

Piştî ku malbatê fidyeya xwestî da, keçik meha tebaxê hat berdan.

Çar kesên ku navên wan di dosyeyê de derbas dibin ragihand ku keçik di jêrzemîneke tarî de hatiye ragirtin.

Wan diyar kir ku bi berdewamî derman dane wê da ku ji hişê xwe biçe û ji aliyê kesên nenas ve destdirêjiyê li wê hatiye kirin.

Dema ku di pişkinîna (kontrol) bijîşkî de derket holê ku keçik ducanî ye, şok û êşa malbatê gelekî zêdetir bû.

Zêdebûna bûyerên revandinê

Piştî ku desthilata Beşar Esed dawiya sala 2024an ji aliyê komên çekdar ve hat rûxandin, malbat û çalakvan li ser medyaya civakî hişyariyan didin.

Ew destnîşan dikin ku jin û zarokên (zarokên keçik) Elewî bi awayekî bêkontrol tên revandin an jî rastî destdirêjiyê tên.

Piraniya xelkê dilgiran e ku ev komên çekdar ji ber tawanên rejîma berê, Elewiyan bi qesdî bikin armanc.

Li gorî agahiyên ku New York Timesê bi rêya "komkirina belgeyan" piştrast kirine, herî kêm 13 jin û keçên Elewî, mêrek û zarokek hatine revandin.

Ji van kesan destdirêjî li pênc kesan hatiye kirin û du jin jî ji ber destdirêjiyê ducanî bûne.

17 hezar dolar dan lê keça wan nehat berdan

Gundên Cebelê yên li bakurrojavayê Sûriyeyê, di nav wan deveran de ne ku tundiya civakî ya dijwar lê rû daye.

Tê gotin ku li vê deverê "nêzîkî hezar û 400 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîlên Elewî bûn."

Di yek ji dosyeyan de, malbatekê 17 hezar dolar da da ku keça wan bê berdan lê keçik hîn jî nehatiye berdan.

Di dosyeyeke din de, tê diyarkirin ku jineke 24 salî sê hefteyan di jêrzemînekê de hatiye ragirtin.

Jina ciwan rastî destdirêji, lêdan û şkenceyê hatiye û heta ku fidye nehatiye dayîn nehatiye berdan.

Gelek çavkaniyan ji ber tirsa ji hikûmeta nû yan jî ji komên revîner, nexwestin ji rojnameyê re biaxivin.

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê piraniya Elewiyan bi tawanên rejîma berê ve girê dide.

Adara borî, di encama tundiya van komên çekdar a li dijî civakekê de, nêzîkî hezar û 400 kesî canê xwe ji dest da.

Di wan bûyeran de hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû jî tevlî alozî û tundiyê bûbûn.

Helwesta fermî ya hikûmetê

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê van dosyeyan red dike û diyar dike ku wan bi awayê fermî ti lêpirsîn nedaye destpêkirin.

New York Times radigihîne ku Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Nuredîn Baba red kiriye ku jinên Elewî bi zanebûn dibin armanc.

Wezîr gotiye ku ew nikare bersiva raporan bide çimkî desthilata rojnameyê tunebûye ku navên qurbaniyan eşkere bike.

Berdevkê wezaretê jî ev daxuyanî da, "Bûyerên revandinê bi serê xwe nabin tawan, heta ku daxwaza fidyeyê neyê belgekirin."

Wezîr Nuredîn Baba diyar kir ku meha cotmehê ji 42 raporên revandinê, tenê yek hatiye piştrastkirin.

Her wiha hikûmetê îdia kir ku hinek jin bi xwesteka xwe bi dildarên xwe re reviyane.

Hikûmet îdia dike ku wan jinan paşê ji bo kêmkirina zexta civakî û fediyê, angaşt kiriye ku ew hatine revandin.

Lê belê mexdûr û malbatên wan, tabloyeke gelekî cuda xêz dikin.

Li gorî mexdûran, jin û zarok ji aliyê komên çekdar ve li kolanan, li nêzîkî malên xwe an jî dema kirîn û firotinê de bi darê zorê tên revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst