Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ku çavdêriya pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê dike, ragihand ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê namîne.
Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ji televîzyona fermî ya Sûriyeyê re axivî.
Hîlalî da zanîn ku bicihanîna peymana ku bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû kirin ber bi pêş ve çûye.
"Ti qewareyên xweser namînin"
Hîlalî diyar kir ku armanca pêvajoyê yekbûneke temam e û got:
"Dema ku bicihanîna peymanê temam bibe, qebareya Rêveberiya Xweser, kanton û hêzên asayîşê namîne.
Ti birêvebiriyên xweser, kanton, asayîş yan jî tiştekî bi vî rengî namînin."
Her wiha hat eşkerekirin ku xalên kontrolê yên hevbeş ên di navbera hêzên dewletê û asayîşê de namînin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, Asayîşê ferman wergirtiye ku ti desteserkirinan neke çimkî êdî mijarên ewlehiyê tenê li ser milê Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Wezareta Karên Navxwe ne.
Girtîgeh û dadwerî
Hikûmetê pênc girtîgehên ku berê ji aliyê HSDyê ve dihatin birêvebirin girtin.
Tê payîn ku di demeke nêzîk de kontrola girtîgehên din ên li wan herêman jî radestî Şamê bê kirin.
Hîlalî ev dosye wekî dosyayên "mirovî" ne yên "siyasî" pênase kirin.
Her wiha plana ji bo pêdaçûna li ser dosyeyên wan dadwerên ku ji desthilata berê ya Beşar Esed veqetiyabûn û niha li herêmên HSDyê ne, hat ragihandin.
Armanc ew e ku ev dadwer tevlî Wezareta Dadê bibin.
Yekbûna leşkerî û saziyên sivîl
Ji bo yekbûna leşkerî, tê çaverêkirin ku nêzîkî 4 hezar û 500 şervanên HSDyê tevlî yekîneyên artêşê û bi taybetî Fîrqeya 60î bibin.
Lê Hîlalî eşkere kir ku yekbûna saziyên sivîl rûbirûyî bipaşketineke berbiçav bûye.
Wezareta Karên Navxwe dê di demeke nêzîk de ji bo Hêzên Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) deriyê tayînkirinê veke.
Li gorî peymanê, hejmareke kêm a hêzên hikûmetê li herêmên Kurdan belav bûne.
Di vê navberê de şervan ji xetên pêş vekişiyane û hinek gavên îdarî yên navxweyî jî dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse