Li Îdlibê alozî: Hêzên Sûriyeyê çekdarên Ozbek desteser kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îdlib Hêzên Sûriyeyê Çekdarên Ozbek Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Reutersê li ser zarê du berpirsên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikûmetê li Îdlibê çekdarên Ozbek desteser kirine.

Her wiha hat diyarkirin ku hêzên Sûriyeyê hêzên zêdetir li wê derê bi cih kirine.

Du berpirsên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku hêzên Sûriyeyê li bakurrojavayê welêt operasyoneke pişkinînê kiriye.

Hat zanîn ku di vê operasyonê de çekdarên Ozbek hatine desteserkirin.

Sedema aloziyê çi ye?

Her du berpirs û xelkê deverê diyar kir ku alozî piştî hewldana desteserkirina çekdarekî derketiye.

Desthilatdaran xwestiye çekdarekî Ozbek desteser bikin ku bi guleberdana li nav bajarê Îdlibê dihat tohmetbarkirin.

Ji ber vê yekê, çekdarên Ozbek xwenîşandaneke bi çekan li dar xist û daxwaza berdana wî kir.

Çavkaniyên xwecihî û berpirsan anî zimên ku hêzên ewlehiyê li gundewarê Îdlibê dest bi operasyonên desteserkirinê kirine.

Bajarokên Kefriya û Fûayê jî di nav de, li hemberî çekdarên Ozbek ên ku beşdarî xwenîşandanan bûbûn operasyon hatin kirin.

Li derdora her du bajarokan hêzên zêde û karwanên leşkerî hatin bicihkirin.

Her wiha dengê teqînan hat bihîstin.

Hîn ne diyar e ka hêzên Sûriyeyê çend çekdarên Ozbek desteser kirine.

Entegrekirina çekdarên biyanî

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê par ji Reutersê re ragihandibû ku li Sûriyeyê nêzîkî hezar û 500 çekdarên Ozbek hene.

Hatibû diyarkirin ku hinek ji wan li gel malbatên xwe ne.

Hikûmeta Sûriyeyê hewl dabû ku rewşa hinek çekdarên biyanî asayî bike û bi hezaran ji wan tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bike.

Hinek ji van çekdaran di dewletê de postên bilind wergirtin.

Wekî mînak, welatiyekî Urdunî fermandariya Gardiyana Komarî dike ku bi parastina serokkomar hatiye erkdarkirin.

Her wiha tê gotin ku "Ebû Meryemê Awistralyayî" jî serokatiya fona serwerî ya nûhatîdamezrandin dike.

Reutersê par ragihandibû ku Amerîkayê plana Sûriyeyê ya ji bo entegrekirina derdora 3 hezar û 500 şervanên biyanî pejirandiye.

Ev şervan ku piraniya wan Tirkistanî û ji welatên cîran in, di nav yekîneyeke leşkerî ya nû de hatin bicihkirin.

Ev yek bi wê hincetê hatibû pejirandin ku xistina wan a di bin kontrola dewletê de, ji mana wan a li derveyî saziyên fermî baştir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst