Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku malbatên Kurd ên Sûriyeyê dikarin ji bo zarokên xwe yên ku li derveyî welat dijîn serî li wergirtina nasnameyê bidin.
Ev yek bi rêya tomarkirina wan a di nav pelên malbatî de pêkan e, bi şertê ku bidin xuyakirin ku ew zarok li derveyî welat dimînin.
Birêvebirê Giştî yê Karûbarên Sivîl ê li Parêzgeha Hisîçayê, Ezîz Muxlis eşkere kir ku serokê malbatê (bav an welî) dikare navên zarokên xwe yên li derveyî welat di tomarên malbatê de binivîse.
Muxlis her wiha diyar kir ku malbat dikarin têbîniyekê lê zêde bikin ku ew li derveyî Sûriyeyê ne.
Bi vî awayî dê navên wan di bingeha amaran de cih bigirin û mafê wan ê wergirtina nasnameyê parastî be.
Serîlêdanên takekesî nayên qebûlkirin
Ezîz Muxlis diyar kir ku niha serîlêdanên takekesî ji bo zarokên li derveyî welat nayên qebûlkirin.
Muxlis destnîşan kir ku armanca vê rêbazê ew e ku pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe û hejmara herî zêde ya welatiyan jê sûd wergire.
Wî her wiha da zanîn ku ew Sûriyeyiyên li derveyî welat dikarin di demeke ku dê şûn de were ragihandin de, serî li komîteyên taybet ên li hundirê Sûriyeyê (bi taybetî li Şamê) bidin da ku kar û barên xwe bi dawî bikin.
Muxlis tekez kir ku eger pêwîst bike, dibe ku aliyên pêwendîdar dema tomarkirinê dirêjtir bikin.
Rênimayên ji bo nûnertiyan
Ezîz Muxlis di dawiyê de destnîşan kir ku heta niha derbarê serîlêdanên bi rêya balyozxane yan nûnertiyên li derveyî welat de ti rênimayî nehatine dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse