Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li taxa Sebîlê ya bajarê Helebê, çar endamên malbateke Kurd li mala xwe hatin kuştin.
Polîsên bajêr ragihand ku kujer hatiye desteserkirin û ew kesekî nêzîkî malbatê ye.
Ew malbat ji Parêzer Xelîl Ebdo yê ku bi navê Xeldûn Murad jî tê naskirin, hevjîna wî Şêlan Topalî û du zarokên wan Ehmed û Êlîn pêk dihat.
Xelîl Ebdo xelkê gundê Metînayê yê Efrînê bû û hevjîna wî jî xelka gundê Hec Xelîlê bû.
Îbrahîm Muradê pismamê Parêzer Xeldûn di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re qala bûyerê kir û got:
"Dema ku Xeldûn li mala bavê xwe bûye, hevjîna wî û du zarokên wî di nav mala wan de hatine kuştin.
Piştî ku Xeldûn çend caran telefonî wan kiriye û wan bersiv nedaye, ew çûye malê û li wir ew jî hatiye kuştin."
Îbrahîm her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Xeldûn takezarok bûye û bavê wî jî ji ber xizanî û nexweşiyê di rewşeke gelekî xirab de ye.
Kujer zavayê wan derket
Her wiha şeva borî, Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê Mihemed Ebdulxenî desteserkirina kujerê wê malbata Kurd ragihand.
Çavkaniyên xwecihî amaje bi wê yekê dikin ku navê kujer (M.R.) e û ew zavayê parêzerê kuştî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse