Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê herêma Rojhilat.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku Endamê Fermandariya Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Berpirsê Herêma Rojhilatê (Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) hatiye destnîşankirin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona dewletê de ev agahî parve kir:
"Sîpan Hemo, wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Berpirsê Herêma Rojhilatê hatiye destnîşankirin."
Sîpan Hemoyê ku berê di heyeta dan û standinan a di navbera HSD û Şamê de cih girtibû, wekî yek ji fermandarên herî diyar ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê naskirin ku stûna sereke ya HSDyê ye.
Peymana 29ê Kanûna Paşîn û pêvajoya tevlîbûnê
Ev destnîşankirin, wekî beşek ji pêvajoya tevlîbûnê ya di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de tê nirxandin.
Piştî şer û pevçûnên ku bi hefteyan di navbera her du aliyan de ajotin, HSDyê 29ê Kanûna Paşîn ragihandibû ku wan û Şamê "peymaneke berfireh" kiriye.
Ev peyman pêşbînî dike ku hêzên di bin pêşengiya HSDyê de gav bi gav tevlî pergala dewleta Sûriyeyê bibin.
Li Hisîçayê destnîşankirinên nû
Piştî peymana ku di meha Kanûna Paşîn de hatibû kirin, hêzên hikûmeta Sûriyeyê li parêzgeha Hisîçayê derbasî wan deveran bûbûn ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de bûn.
Di çarçoveya vê pêvajoyê de Nureddîn Îsa wekî Parêzgarê Hisîçayê û Mervan Elî jî wekî birêvebirê ewlehiyê yê parêzgehê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatibûn destnîşankirin.
Dawiya meha Sibatê, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî diyar kiribû ku ji bo lezkirina pêvajoya tevlîbûnê ya di navbera Rojava û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de wan li ser avakirina du komîteyên bilind li hev kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse