Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam pêşwazî kir.
Di vê serdanê de çendîn mijarên girîng ên wekî ewlehî, veguhastin û enerjiyê hatin gotûbêjkirin.
Ev wekî gava ewil a mezin a her du welatan ji bo birêxistina pêwendiyan tê dîtin piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya.
Desthilata Beşar Esed bi dehan salan destwerdan di karên navxwe yên Libnanê de dikir û bi kuştina gelek berpirsên Libnanî dihat tohmetbarkirin.
Serokkomariya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di civînê de li ser "bipêşketina hevkariyên aborî û bazirganî, xurtkirina hevahengiya ewlehiyê ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna pirsgirêkan" li gel pêşhatên herêmî û navneteweyî hat axaftin.
Newaf Selam di vê serdanê de şandeyeke bilind bi xwe re biribû ku ji Cîgirê Serokwezîr Tariq Metrî û wezîrên enerjî, aborî û veguhastinê yên Libnanê pêk dihat.
Serokwezîrê Libnanê di dawiya serdanê de ragihand ku di mijarên hevbeş de "bipêşketineke berbiçav" çêbûye.
Dosyeya windayan û girtiyan
Newaf Selam ji rojnamegeran re got:
"Em li ser berdewamiya hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyiyên desteserkirî yên li Libnanê û eşkerekirina çarenivîsa windayan û wan kesên ku li her du welatan bi zorê hatine windakirin axivîn."
Meha Adara borî Libnanê zêdetirî 130 girtiyên Sûriyeyî radestî Şamê kiribûn ku cezayê xwe li welatê xwe biqedînin.
Her wiha Beyrût hewl dide ji birêvebiriya nû ya Sûriyeyê li ser "kuştinên siyasî" yên serdema malbata Esedan agahiyan bi dest bixe.
Ewlehiya sînoran û qaçaxçîtî
Serokwezîrê Libnanê qal kir ku pêdivî bi "kontrolkirina sînorê di navbera Libnan û Sûriyeyê de û rêlibergirtina her cure qaçaxçîtiyê" heye.
Sînorê her du welatan 330 kîlometre ye û bi hebûna gelek rêyên neyasayî yên ji bo qaçaxçîtiya kel û pel û mirovan tê naskirin.
Meha borî deriyên sînorî yên sereke ji bo çend rojan hatibûn girtin.
Ev yek piştî gefên Îsraîlê yên ji bo bombebaranê pêk hatibû ku Îsraîlê îdia dikir Hizbulah wan deriyan ji bo armancên leşkerî û qaçaxçîtiyê bi kar tîne.
Helwesta nû ya li hemberî Hizbulahê
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Hizbulahê hevpeymanê xwe yê herî mezin û rêya sereke ya dabînkirina çekan ji dest da.
Birêvebirên nû yên Sûriyeyê li hemberî Hizbulah û Îranê xwedî helwesteke tund in û mehên borî girtina gelek şaneyên ser bi wê komê ve li nav Sûriyeyê hatiye ragihandin.
Newaf Selam di peyameke zelal de ji bo Şamê û herêmê ragihand:
"Em rê nadin ku axa Libnanê bibe senger ji bo zererdayîna ti ji birayên me yên Ereb û di nav de Sûriye jî heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse