Esmanê Sûriyê ji trafîka hewayî re hat girtin

11-04-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Trafîka hewayî Firoke Ajansa Ewlehiya Firînê ya Ewropayê (EASA) Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gefên Serokê Amerîkayê Doanld Trump yên li dijî hikûmeta Sûriyê û zêdebûna egera êrişeke leşkerî li dijî desthilatdariya Beşar Esed, esmanê Sûriyê ji hatinûçûna firokeyan û trafîka hewayî re hat daxistin.

 

Geşedanên derbarê rewşa Sûriyê de piştî êrişa kîmyayî ya li bajarê Duma li Xûteya Rojhilat û piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi zimanekî tund gef li hikûmeta Sûriyê xwar, ku dê aliyê bikarhêner ê çekên kîmyayî li Sûriyê berdêleke giran bide, zêdetir û aloztir dibin.

 

Li gorî nûçeyeke ajansa rûsî ya Interfaxê, piştî daxuyaniyên tund ên Trump û gefên wî yên derbarê cezakirina aliyê bikarhênerê çekên kîmyayî de, esmanê Sûriyê ji hatinûçûna firokeyên sivîl re hatiye girtin û şîrketên firokevaniyê newêrin bi ser esmanê Sûriyê re derbas bin.

 

Herwiha malpera cîhanî ya taybet bi radara firokevaniyê, fightradar24.com jî wêneyek ji nexşeya rêya hatinûçûna firokeyên sivîl li esmanê herêma Rojhilata Navîn belav kir, ku têde tê nîşanda ku ti firokeyek bi ser esmanê Sûriyê re derbas nabe.

 

Herwiha li gorî nûçeya BBC, Ajansa Ewlehiya Firînê ya Ewropayê (EASA) jî hişyarî daye şîrketên firokevaniyê, ku heta 72 saetên dahatî ti firokeyên wan bi ser esmanê Sûriyê re nefirin.

 

Wê saziya ewropî hişyarî daye, ku renge di navbera wan 72 saetan de ji sînorê Deryaya Medîteraneyê (Deryaya Spî) bi mûşekên ji erdê bo esman an jî mûşekên Krûz êrişî Sûriyê were kirin.

 

Ajansa Ewlehiya Firînê ya Ewropayê herwiha diyar kiriye, ku egera wê yekê heye, ku sîstemên bêtêlan û deryavaniyê jî tûşî giriftan bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst