Mirinên ji ber mayînan zêde bûn: Sûriye û Ukrayna di rêza yekem de ne

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Ukrayna Rapora Çavdêriya Mayînan Amerîka Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê cîhanê mirin û birîndarbûnên ji ber mayînan gihiştin asta rekorê.

Şerê Ukraynayê û vegera koçberan a ji bo Sûriyeyê sedemên sereke yên vê zêdebûnê ne.

Sala 2024an mirin û birîndarbûnên ji ber mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî gihiştin asta herî bilind a çar salên dawî.

Ev zêdebûn bi şerê Sûriye û Myanmarê ve girêdayî ye.

Her wiha hinek welatên Ewropayê piştî dagirkirina Ukraynayê ji peymana navneteweyî ya qedexekirina bikaranîna mayînan vekişiyan û ev yek jî bandorê li zêdebûnê dike.

Kampanyaya Navneteweyî ya Qedexekirina Mayînan (ICBL) Rapora Çavdêriya Mayînan (Landmine Monitor) belav kir.

Li gorî raporê, li Ukrayna, Myanmar û herêmên din ên şer mayînên nû hatine bikaranîn.

Her wiha fonên paqijkirina mayînan hatine qutkirin û van sedeman hejmara qurbaniyan zêde kiriye.

Raporê hişyariya "zehmetiyên nedîtî" da. Li gorî daneyan, par li 52 welatan nêzîkî 6 hezar û 300 bûyerên teqîna mayînan hatin tomarkirin.

Di nav van bûyeran de hezar û 945 mirin û 4 hezar û 325 birîndarbûn hene.

Ev hejmar ji sala 2020î ve hejmara herî bilind a salane ye. Raporê eşkere kir ku nêzîkî ji sedî 90ê qurbaniyan sivîl in û nîvê wan jî jin û zarok in.

Kesên ku vedigerin Sûriyeyê di bin metirsiyê de ne

Sedema sereke ya vê zêdebûnê Sûriye û Myanmar in. Her du welat ne aliyên peymana navneteweyî ne.

Raporê diyar kir ku piştî rûxîna Beşar Esed koçber vedigerin Sûriyeyê. Ew koçber ji ber cebilxaneyên neteqiyayî rûbirûyê metirsiyên mezin dibin.

Li Sûriyeyê di nava salekê de hezar û 15 bûyerên mayînan çêbûn. Raporê destnîşan kir ku piştî bidawîbûna rejîma Esed xelk vegeriyaye herêmên terikandî.

Ji ber vê yekê hejmara mirî û birîndaran zêde bûye.

Li Myanmarê artêş û komên çekdar gelek mayînan bi kar tînin. Myanmar bi zêdetirî 2 hezar bûyeran di rêza yekem de ye.

Peymana Qedexekirina Mayînan sala 1999an ket meriyetê. Peyman 166 dewletan li xwe digire û ji bo ji sedî 85ê nifûsa cîhanê parastineke qismî dabîn dike.

Peyman bikaranîn, stokkirin, hilberîn û veguhestina mayînan qedexe dike. Her wiha peyman ferz dike ku dewletên endam herêmên mayînkirî paqij bikin û alîkariya qurbaniyan bikin.

Qutkirina fonên cîhanî xebatên paqijkirina mayînan asteng dike. Tevî vê yekê hinek welatên Ewropayê gavên vekişîna ji peymanê avêtin.

Bi gefa Rûsyayê vedikişin

Estonya, Fînlandiya, Letonya, Lîtvanya û Polonya bi hinceta gefên leşkerî yên Rûsyayê di pêvajoya terkkirina peymanê de ne.

Raporê hişyarî da ku ev rewş dikare peymanê "bi awayekî metirsîdar qels bike."

Ukraynayê jî 29ê Hezîranê ragihand ku ew ji peymanê vekişiyaye.

Pisporên leşkerî dibêjin ku ev yek dikare bipêşveçûna Rûsyayê hêdî bike. Kîev 3 sal in di rawestandina dagirkirina Moskowê de zehmetiyan dikişîne.

Çalakvan dixwazin ku mayîn li seranserê cîhanê werin qedexekirin. Ew çek piştî şeran bi salan jî deverên berfireh wêran dikin û sivîlan dikujin an seqet dikin.

Raporê teqez kir ku Rûsya û Myanmar ne aliyên peymanê ne. Ew welat mayînan bi awayekî zêde bi kar tînin.

Amerîka û bexşînerên din fonan qut dikin. Ev yek bû sedem ku piştevaniya qurbaniyan kêm bibe û bernameyên paqijkirinê bi dawî bibin.

Rapora ICBLyê diyar kir ku dema ku piştgiriya bexşînerên cîhanî kêm dibe, sivîl berdêla vê yekê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst