Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend rojin di êrîşeke berfireh de çekdarên DAIŞê derbasî taxên rojhilatê Bûkemalê bûne. Opozisyona Sûriyê jî dibêje, Amerîka hebûna DAIŞê li derdora Bûkemalê weke kaxezeke zextê ya ceopolîtîk bi kar tîne û bi kontrolkirina Bûkemalê ew dê riya di navbera Tehran û Şamê de qut bike.
Piştî nêzîkî 7 mehan ji derxistina DAIŞê ji bajarê Bûkemalê, ku ser bi parêzgeha Dêrezor a Sûriyê ve ye û nêzîkî sînorê Iraqê ye, ji aliyê hêzên Sûrî û Îranî ve bi fermandariya Qasim Sulêymanî, ew heyama çend rojan e ku di êrîşeke berfireh de çekdarên DAIŞê derbasî taxên rojhilatê bajarê Bûkermalê bûne.
Bi vê yekê jî hevsengiya leşkerî li devera sînorî ya di navbera Iraq û Sûriyê de tê guhertin.
Li gor Opozisyona Sûriyê, Amerîka hebûna DAIŞê li derdora Bûkemalê wek kaxezeke guşarê ya ceopolîtîk bi kar tîne.
Opozisyon di wê baweriyê de ye, ku bajarê sînorî yê Bûkemal, binkeya leşkerî ya Tenef a Amerîkayê li biyabanên Sûriyê yên hevsînor bi Iraqê re, û binkeyên Amerîkayê yên li rojhilatê Firatê ku di bin desthilata HSDê de ye, bi hev ve girê dide.
Li gor opozisyonê, Amerîka dixwaze bi rêya DAIŞ û Bûkemalê rêya di navbera Tehran û Şamê de qut bike.
Li aliyekî din Amerîka niha grûpên Artêşa Azad li Badyeya Sûriyê li dijî DAIŞê xistine amadebaşiyê. Li gor çavdêrên opozisyonê, piştî ku Bûkemal ser destê çekdarên DAIŞê û piştre ser destê grûpên Artêşa Azad a opozisyonê vegere bin destê Amerîkayê, dê wê gavê stratîjyaya leşkerî ya Amerîkayê li rojhilat û rojavayê çemê Firatê ser bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse