HELEB - Metirsî li ser Kurdên Êzidî heye û çarenivîsa malbatekê ne diyar e

2 demjimêr berê
Ezîz Şerkanî
Nîşan Heleb Kurdên Êzidî Menaf Cefer Mala Êzidiyan a Helebê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Mala Êzidiyan a Helebê Menaf Cefer ragihand ku metirsî li ser Kurdên Êzidî yên li Helebê heye û çarenivîsa malbata Hesen Nebo ne diyar e.

Li bajarê Helebê ji ber şer û pevçûnên dawî, Kurdên Êzidî rûbirûyê krîzeke giran a mirovî û ewlehiyê bûne.

Heta niha 5 endamên Kurdên Êzidî yên Asayîşa Rêveberiya Xweser hatine girtin û çarenivîsa malbateke 7 kesî jî ne diyar e.

Serokê Mala Êzidiyan a Helebê Menaf Cefer ji Rûdawê ragihand ku rewşa Kurdên Êzidî li bajêr metirsîdar e û got:

“5 endamên Êzidî yên Asayîşa Rêveberiya Xweser ji roja înê ve, ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve hatine girtin."

"Agahî ji malbateke 7 kesî nayê wergirtin"

Menaf Cefer diyar kir ku metirsî li ser jiyana malbateke Kurd a Êzidî ya 7 kesî jî heye.

Kurdê Êzidî Hesen Nebo, dayîka û hevjîna wî û çar zarokên wî ji roja şemiyê ve winda ne.

Li gorî agahiyan, rêya derketina ji bajarê Helebê li ber wê malbatê hatiye girtin û ji wê demê ve pêwendî bi wan re qut bûye.

800 malbat koçber bûn

Ji ber aloziyan pêleke mezin a koçberiyê jî dest pê kiriye.

Menaf Cefer eşkere kir ku heta niha nêzîkî 800 malbatên Kurdên Êzidî ku hejmara wan nêzîkî 5 hezar kesan e, ji malên xwe çûne û berê xwe daye gundewarên Efrînê.

"Mala Êzidiyan hat talankirin"

Li gel metirsiyên li ser jiyana sivîlan, binpêkirin li dijî saziyên civaka Êzidiyan jî hatine kirin.

Serokê Mala Êzidiyan a Helebê ragihand ku navenda "Mala Êzidiyan" a li Helebê ku saziyeke civakî ye, ji aliyê komên çekdar ve hatiye talankirin.

Menaf Cefer di dawiyê de hişyarî da û got:

"Metirsiyeke mezin li ser jiyana kesên ku li hundirê bajarê Helebê mane heye.

Malbatên windayan û saziyên Êzidî bangî aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa malbata Hesen Nebo û berdana endamên girtî yên asayîşê, hewlên xwe bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst