Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wan hemû baregehên leşkerî yên ku berê hêzên Amerîkayê tê de bûn wergirtine.
Baregeh bi salan di bin fermandariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de bûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo “temambûna pêvajoya radestkirina baregehên leşkerî” anî ziman.
Hat diyarkirin ku ev pêvajo bi hevahengiyeke temam a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Amerîkayê de bi rê ve çûye.
Şamê destnîşan kir ku vekişîna Amerîkayê vê rastiyê nîşan dide ku ew mercên berê êdî nemane.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand:
“Rewşa ku berê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê pêwîst dikir, bi awayekî bingehîn guheriye.”
Her wiha hat gotin ku niha Sûriye bi alîkariya civaka navneteweyî xwedî şiyan e ku têkoşîna li dijî terorê bi rê ve bibe.
Baregeha Qesrikê hat radestkirin
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî da zanîn ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê Baregeha Asmanî ya Qesrikê wergirtiye.
Berpirsekî wezaretê ji AFPyê re eşkere kir ku êdî li baregehê ti hêzên Amerîkayê nemane.
Hevdem li nêzîkî Qamişloyê, karwanekî leşkerî yê Amerîkayê hat dîtin ku ber bi sînorê Îraq û Başûrê Kurdistanê ve diçû.
Peymana li gel HSDyê
Baregeha Qesrikê li Rojavayê Kurdistanê baregeheke sereke bû.
Ev der wekî navendeke lojîstîk a ji bo veguhastina kel û pelên leşkerî ya ber bi Îraq û Başûrê Kurdistanê ve dihat bikaranîn.
Ev pêşhat piştî wê yekê hatin ku destpêka îsal di navbera Şam û HSDyê de peymanek hat îmzekirin.
Li gorî peymanê, HSD dê di nav saziyên dewletê de were helandin.
Amerîka sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê çûbû Sûriyeyê.
Amerîkayê îsal ragihand ku armancên hevpeymaniya wan a li gel HSDyê heta radeyeke mezin bi dawî bûne.
Meha borî jî Sûriyeyê baregeha Rimêlanê ya li parêzgeha Hisîçayê wergirtibû.
Berê jî hêzên Amerîkayê ji baregehên Tenef û Şedadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê vekişiyabûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê teqez kir ku berfirehbûna desthilata dewletê encama hewlên ji bo yekkirinê ye.
Hat gotin ku ev yek serkeftina pêvajoya tevlîkirina HSDyê ya nav saziyên Sûriyeyê nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse