Amerîkayê hişyarî da Opozisyona Sûriyê: Minbic xeta sor e

16-12-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka hişyariyê dide Opozisyona Sûriyê û dibêje ku devera Minbic û rojhilatê Firatê ji bo artêşa Amerîkayê  xeta sor e.

 

Berpirsên Amerîkî hişyarî dane Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê û Artêşa Azad ku beşdarbûna wan bi her awayekî di êrîşê de tê wateya êrîşa ser artêşa Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî.


Li gor berpirsên Amerîkî, Hêzên Amerîkî û hêzên HSDê di nav hev de ne û her êrîşeke ser hêzên HSDê dibe sedema şer ligel hêzên Amerîkayê.


Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett Macgurk, ragihand ku her operasyoneke serbazî ji aliyê Tirkiyê ve dê ne hekîmane be.


Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, ragihand ku welatê wî beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ye û ew dixwazin karên xwe bi hevahengî bikin û tekez kir ku peywendiyên berdewam û bi hêz di navbera wan û serbazên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst