Hewlêr (Rûdaw) - Birêvibirê Kar û Barên Ereban ê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Dr. Mihemed Ehmed ragihand ku birêvebiriya Amerîkayê piştî "serkeftinên li pey hev" ên Artêşa Sûriyeyê û "rizgarkirina beşên berfireh" ên herêma Cizîrê biryara vekişandina hêzên xwe daye.
Mihemed Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dewleta Sûriyeyê di birêvebirina operasyonên leşkerî de "serkeftineke gelekî mezin bi dest xistiye."
Ji destpêka vê mehê ve Artêşa Sûriyeyê êrişî herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dike.
Di encama van êrişan de taxên Kurdan ên li Helebê, parêzgehên Dêrezor û Reqayê û beşek ji parêzgeha Hesekê kontrol kirine û dorpêça li ser Kobaniyê didomînin.
Dorpêça li ser Kobaniyê û rewşa mirovî
Zêdebûna aloziyên ewlehiyê, êrişên berdewam û tengkirina dorpêça li ser bajarê Kobaniyê bandoreke rasterast li rewşa jiyanî û mirovî ya şêniyan kiriye.
Hişyarî tê dayîn ku xizmetguzariyên sereke xera bûne û derman û kelûpelên xwarinê kêm bûne.
Rayedarê Sûriyeyê diyar kir ku ev "serkeftin" bûye sedema "rizgarkirina beşeke gelekî mezin" a herêmên di destê HSDyê de û got ku vê yekê "heyrana hevalbendan" jî qezenc kiriye.
Li gorî gotina berpirsê Wezareta Karên Derve, ev yek bûye sedema "Hevalbendiya bi vê artêşê re ji bo domandina operasyona têkoşîna li dijî vê rêxistinê" ku mebesta wî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.
Rojnameya Wall Street Journalê 22yê Kanûna Paşîn a 2026an nûçeyek belav kiribû û spartibû rayedarên Amerîkayê.
Li gorî nûçeyê, Washington li ser vekişandina temamî ya hêzên xwe yên ji Sûriyeyê difikire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse