کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çekdarên Sûriyeyê /Wêne: Arşîv

Çekdarên Sûriyeyê /Wêne: Arşîv

SÛRIYE

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 10 rojan dem da komên çekdar

Bijar Zubêr

Bijar Zubêr

17-05-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Bijar Zubêr
Bijar Zubêr17-05-2025

Nûçeyên Têkildar

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin
SÛRIYE11-11-2026

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li ser komên çekdar got ku "hemû" komên çekdar ên girêdayî desthilatdarên nû yên Şamê ketine bin sîwana Wezareta Parastinê.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre derbarê komên çekdar ên li Sûriyeyê daxuyaniyêk belav kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA), Murhef Ebû Qesre gotiye:

"Em mizgîniya yekkirina temamê yekîneyan di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de didin gelê xwe yê bi rûmet."

10 rojan dem da

Her çend wezîr di destpêkê de dibêje ku "hemû yekîne" bûne beşek ji Wezareta Parastinê, lê di rêzeke din de amaje bi wê yekê dike ku hin kom hîn mane, lewma 10 rojan mohletê dide wan da ku tevlî wezaretê bibin, eger na, gefa "girtina tedbîrên guncaw" li wan dixwe.

Ebû Qesre got, "Piştî vê daxuyaniyê em tekez dikin ku pêwîst e komên çekdar ên piçûk ên din di nav 10 rojan de bikevin bin wezaretê."

Her wiha Ebû Qesre hişyarî da ku "her derengketinek dê bibe sedem ku em li gorî yasayên heyî tedbîrên guncaw bigirin."

HSD

Wezîr amaje bi çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nekir ku artêşa de-fakto ya Rêveberiya Xweser e.

Komên çekdar ên bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de dawî li desthilata nîv sedsalî ya malbata Esedan anî.

HTŞyê niha ku hikûmeteke demkî (veguhêz) ava kiriye, civaka navneteweyî li benda reforman û garantîkirina serweriya yasa û ewlehiyên ji wan e, ku ev yek şertek e ji bo rakirina dorpêçên aborî yên navneteweyî yên li ser welêt.

Hevdîtina Şer û Trump

Di bipêşketineke herî dawî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, 14ê vê mehê di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, bi navbeynkariya Şazadeyê cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman, ligel Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer civiya û soza rakirina cezayan da wî.

Yek ji daxwazên Amerîkayê ji Hikûmeta Şer, derxistina komên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê ye, di nav wan de çekdarên Filistînî jî hene.

Qamişlo û Şam heta niha li ser çarenivîsa HSDyê li hev nekiriye, ku xwedî zêdetirî 100 hezar şervan e û hevkarê sereke yê Amerîkayê ye di şerê li dijî DAIŞê de.

HSD û Şamê di 10ê Adara îsal de peymanek îmze kiribû ji bo ku saziyên ser bi Rêveberiya Xweser ve bikevin ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê, li hemberî naskirina mafên Kurdan.

Xala nakokiyê ew e ku HSD daxwaz dike wekî hêzeke taybet û pêkhateya xwe ya niha, bibe beşek ji Wezareta Parastinê, lê desthilatdarên Sûriyeyê daxwaz dikin ku hêz were hilweşandin û şervan bi awayekî takekesî tevlî wezaretê bibin.

Nûçeyên Têkildar

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin
SÛRIYE11-11-2026

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin

Pirsên