Sûriye: Deriyê Sînorî yê Bab el-Hewayê dê 24 saetan vekirî be

18-03-2026
RÛDAW
Nîşan Sûriye Bab el-Hewa Deriyê Sînorî Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînorî yê Bab el-Hewayê yê bi Tirkiyeyê re dê di rojên Cejna Remezanê de 24 saetan vekirî be.

Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev biryar ji bo hêsankirina çûnûhatina rêwiyan hatiye wergirtin.

Desteyê bi taybetî amaje bi koçberên Sûriyeyî kir ku dixwazin ji bo betlaneya cejnê vegerin welatê xwe.

Piştî Hevahengiya bi Tirkiyeyê re

Desteyê da zanîn ku ev gav piştî gotûbêj û hevahengiya bi aliyê Tirkiyeyê re hatiye avêtin.

Armanc ew e ku di rojên cejnê de qerebalix çênebe û welatî bikaribin bi hêsanî di navbera her du welatan de çûnûhatinê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst